Genç: AKP bi gefa şer û kaosê bû desthilatdar

Rêvebera SAMER'ê Yuksel Genç bal kişand ser sedemên çûyîna dengan ji AKP'ê re û destnîşan kir, ku sedema herî bingehîn tirsa şer û kaosê ye, ku AKP'ê di nava civakê de afirand.

Rêvebera SAMER'ê Yuksel Genç bal kişand ser sedemên çûyîna dengan ji AKP'ê re û destnîşan kir, ku sedema herî bingehîn tirsa şer û kaosê ye, ku AKP'ê di nava civakê de afirand.

Rêvebera Navenda Lêkolînên Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, sedemên tabloya di 1'ê Mijdarê de derket holê, ji ANF'ê re nirxand.

Genç da xuyakirin, ku encamên hilbijartinê ji bo her kesî surprîzek be jî, xwe naspêre sedemên neyên fêmkirin û diyar kir ku ew vê rêjeya bilind a dengên AKP'ê bi çar an jî pênc xalên bingehîn ve girê dide.

Genç bal kişand ser stratejiya hilbijartinê ya AKP'ê ya pênc mehên dawî û got, "Li gorî AKP'ê 2 sedemên windabûna dengan di 7'ê Hezîranê de hebû. Yek jê HDP, ya din jî MHP bû. Di mijara vegera dengên HDP'ê yanî yên Kurdan de bendewariyên xwe kêm bû. Ji ber vê yekê xwest giraniyê bide ser vegerandina dengên neteweperestan. Li aliyê din, ji bo dengên HDP'ê kêm bike, hin stratejiyên polîtîk diyar kir. Li bajarên Kurdistanê cihê hilbijêrên HDP'ê, pozîsyoneke komkujiyê afirand, kir navendên pêkanînên rewşa awarte, dor li bajaran girtin û nêzîkatiyek ku bi hêsanî rê li ber mirina mirovên sivîl vedike nîşan da. Tevî vê yekê, hem ji aliyê hundir hem jî derve ve, tirseke gelekî cidî ya şer da gel û ev yek xist meriyetê. Bi vê yekê re xwest, ji aliyekî ve nehêle hilbijêrên Kurd biçin ser sindoqan, li aliyê din jî, bi çavtirsandinê re li bajarên mezin meyla hilbijêran biguherîne. Bêguman daxwaza xwe ya di asta yekemîn de, kêmkirina rêjeya tevlîbûna dengdayînê bû. Ji ber vê yekê, bi zêdeyî sed Herêmên Ewlekariya Taybet em tevlî hilbijartinê bû. Her wiha li gelek bajar û navçeyan sindoq hatin komkirin. Wekî din, di serî de li Amedê li gelek bajar û navçeyan polîs û leşker li nav û derveyî dibistanên dengdayînê bi çekên giran hatin bicihkirin."

Genç da zanîn ku AKP'ê ji aliyêkî ve nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û 'Pêvajoya Çareseriyê' xitimand, bi betalkirina vê pêvajoyê re hewl da hin peyman bide, li aliyê din jî ji bo dilê neteweperestan xweş bike, ket nava hewldanên sorkirina şer û şîdetê.

Genç da zanîn, ku AKP'ê bi vî rengî kir ku neteweperest lê vegere û got, "Lê belê sedema esasî ya ku dengên neteweperestan çû ji AKP'ê re, polîtîkaya serkêşê MHP'ê Bahçelî bû, ku piştî 7'ê Hezîranê şopand."

Genç diyar kir ku stratejiya şer û şîdetê ya pênc mehên dawî, li Kurdistan û gelemperiya Tirkiyeyê rê li ber endîşeyên mezin vekir û anî ziman ku, krîza aboriyê jî li heman demê rast hat.

Genç ragihand ku bi şerê navxweyî û krîza aboriyê re mirov hatin tirsandin û got, "Daxuyaniya Davûtoglû ya 'eger em biçin wê torosên spî werin' ji bo wergirtina dengan bi vê tirsê bû."

Genç ragihand ku HDP di vê pêvajoyê de nekarî bibe alternatîfeke têrker û got, "Encamên van hilbijartinan nîşan da ku Tirkikyeyê rewşeek cidî ya neafirandina alternatîfê heye. Li hemberî van tirsan, eger ji AKP'ê cudatir alternatîfek karîbûya bihata pêşkêşkirin, argumanên ku civak xwe pê ewle bibîne bihata pêşkêşkirin, mûxalefet bihata xurtkirin, wê deng ji AKP'ê re neçûya."

...