Komîsyona Karên Derve ya KNK’ê civiya
Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê bi beşdariya hemû endam û nûnerên partî û rêxistinên Kurd li hev civiya.
Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê bi beşdariya hemû endam û nûnerên partî û rêxistinên Kurd li hev civiya.
Komîsyona Karên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)'ê tevî hemû endamên xwe û nûnerên partiyên Kurdistanî li hev civiya.
Di civînê de ji xeynî PDK'ê nûnerên hemû partiyan beşdarî civinê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axaftina destpêkê kir û bal kişand ser rewşa li welêt.
Beşdarên din ên civînê jî rewşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi berfirehî nîqaş kirin.
Tevî pêşketinên li Rojava, Şengal ên li Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan, her wiha encamên hilbijartinên 1´ê Mijdarê jî bi berfirehî hat gotûbêjkirin.
Ji bo amadekirin û lidarxistina kongreya neteweyi jî gelek peşniyar hatin kirin.
Girtina korîdora Şengal û Rojava ya ji aliyê PDK'ê ve hat şermezarkirin. Îgrek bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî kir da ku li dijî vê helwesta PDK bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.
Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek di civînê de behsa helwesta Êzidiyên li Çiyayê Şengalê kir û ragihand ku gel bi ti awayî naxwaze gerîla ji Şengalê derkeve.
Pîştî hemû nûneran rewşa siyasi ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin di rûniştina duyemîn a civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî plansazî hat çêkirin.
Tê texmînkirin encamnameya civînê di rojên pêş de bê aşkerakirin.
Navên partî û rêxistinên beşdarî civînê bûn wiha ne;
KCK
Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê
TJKE
YNK
Hizbî Şuî
PJAK
PYD
PSDK (Partî Sosyalîst)
PÎK (Partî Îslamî)
Yekîtiya Suryaniyan
Meclisa Dîaspora ya Êzidiyan
Zehmetkêşan
Yekgirtû Îslamî
GORAN
TDKS (Tevgera Demokrat a Kurd Sûriye)
PYNK-S (Partiya Yekîtiya Neteweyî Kurd Sûriye)
PNKS (Platforma Neteweyî Kurd a Sûriye)
FEK (Federasyona Ezidiyen Kurdistan)
Komala Îslamî Kurdistan
Nûnertiya HDP
KCD-E