'Biryara beraetkirina endamê JÎTEM'ê Temîzoz, ne dûrî vîna AKP'ê ye'
Sariyildiz nerazîbûn nîşanî biryara beraetkirina Temîzoz da û got, "Ti baweriya gelê me bi hikûmeta AKP'ê û dadgeriya di bin fermana wê de ye, nemaye."
Sariyildiz nerazîbûn nîşanî biryara beraetkirina Temîzoz da û got, "Ti baweriya gelê me bi hikûmeta AKP'ê û dadgeriya di bin fermana wê de ye, nemaye."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî biryara beraetkirina Temîzoz da û got, "Ti baweriya gelê me bi hikûmeta AKP'ê û dadgeriya di bin fermana wê de ye, nemaye."
Serhengê teqawît Cemal Temîzoz ê ku di kuştinên kiryar nediyar ên li Kurdistanê de navê wî timî tê bilêvkirin, di doza JÎTEM'ê de beraet kir. Endamê JÎTEM'ê bersûc Cemal Temîzoz, ku ji ber doza malbatên 21 kesên li Cizîrê hatin revandin demeke kurt hat girtin û piştre aht berdan, ji aliyê 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Eskîşehîrê ve hat beraetkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku ev biryar ne dûrî vîna hikûmeta AKP'ê ye. Sariyildiz destnîşan kir ku baweriya gel bi dadgeriya dewletê nemaye.
AKP'Ê BI HÊZÊN KONTRA RE LI HEV KIR
Sariyildiz da xuyakirin ku ew ji ber beraetkirina endamê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz matmayî nemane û destnîşan kir ku ew li hemberî biryara dadgehê bi hêrs in. Sariyildiz got, "Tevî ku Cemal Temîzoz li herêmê weke kujerekî tescîlbûyî tê zanîn jî, dadgehê biryara beraetê da. Em matmayî neman, lê em gelekî bi hêrs in. Bi taybetî malbatên xizmên xwe winda kirine, yên ku xizmên wan di serdegirtina Cemal Temîzoz bi xwe de yan jî bi fermana wî hatin windakirin, li hemberî vê biryarê gelekî bi hêrs in. Beriya hilbijartinê me ev nirxandin dikirin: Hikûmeta AKP'ê di dema dawî de bi encamên kontrgerîla, bi rêxistinbûyînên mirinê yên li derveyî qanûnan re li hev kiriye. Em zêde matmayî neman. Di dema AKP'ê de bi awayekî sembolîk çend doz hatin vekirin. Ev jî ji xwe li Kurdistanê tiştên dihatin zanîn bûn û doza vekirin jî ya Temîzoz û çend doz bûn. Vana jî beraet kirin. Em dibînin ku AKP dixwaze tîmên kontra bi awayekî profesyoneltir bi kar bîne."
BAWERIYA GEL A JI DADGERIYA DI BIN FERMANA AKP'Ê DE YE, NEMAYE
Sariyildiz da zanîn, ku hikûmeta AKP'ê di dema dawî de bi şebekeyên berê yên kuştinê JÎTEM, kontrgerîla û yên mîna wan re li hev kiriye û anî ziman ku der barê cînayetên Cemal Temîzoz kiriye de, li Cizîrê çîroka her malbatekê heye. Sariyildiz got, "Bi tenê malbatên 21 mirovan tevlî vê dozê bûbûn, lê belê hînê gelek malbat hene ku tevlî nebûn. Ji ber ku baweriya wan bi encameke erênî tinebû, gelek malbat tevlî dozê nebûn. Biryara beraetê encameke ku gel li bendê bû. Baweriya gelê me bi hikûmeta AKP'ê û dadgeriya di bin fermana wê de ye, nemaye. Ji encamên dadgerî yên dema dawî jî tê fêmkirin ku dadgerî bi fermana hikûmeta AKP'ê tevdigere, biryarê dide û pîvanên bingehîn ên qanûnî û hiqûqî daniye aliyekî. Ev biryar, biryareke xetere ye. Vê biryarê rê li ber hêrsbûyîna gel vekiriye. Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî re têkiliya di navbera gel û dewletê de wê bêhtir qut bibe. Îqnakirina vî gelî, êdî mîna demên destpêkê yên hikûmeta AKP'ê wê ne hêsan be."
Sariyildiz bal kişand ser înfazên ji aliyê Temîzoz û tîma wî ve hatin kirin û diyar kir ku dadgeriyê dema biryarên bi vî rengî yên nehiqûqî dide xwe dispêre hikûmeta AKP'ê. Sariyildiz got, "Ji ber ku dadgerî bi temamî di nava destê hikûmeta AKP'ê de ye. Li gorî dilê xwe bi kar tîne û biryaran dide girtin. Ev rewşeke gelekî xetere ye."
Sariyildiz destnîşan kir, ku bi beraetkirina bersûcên JÎTM'ê re baweriya gel a ji hiqûqê bi temamî tine bûye û anî ziman ku bi encama doza heyî re jî derketiye holê ku AKP wê çareseriyeke demokratîk nîne.
Sariyildiz di dewama axaftina xwe de got, "Ev yek bûye sedem ku gelê me hêviya xwe ya ji hiqûqê bi temamî winda bike. Birîna gelê me ku ji salên 1990'î û vir ve vekiriye, hînê mîna xwe ye û ev biryar dibe ku bibe destpêka pêvajoyeke nû. Di rewşeke ku gel baweriya xwe bi dewlet, dadgerî, polîs, leşker û hikûmetê nîne de, mirov nikare qala çareseriyeke demokratîk bikin."