Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Tirkiyeyê pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û bi civîna ku ew pêk tînin, ji bo pêvajoyek nû HDP jî amadekariyan dike. Yuksekdag anî ziman ku rêveberiya AKP û Qesrê ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi dest xistin ne rewa ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê beriya civîna Meclîsa Partiya xwe (PM) daxuyaniyek da. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî civîna ku li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk hat bû. Yuksekdag civîna ku rojek beriya vê civînê pêk hat bi bîr xist û got ku wan di vê civînê de nirxandinên berfireh kirine û amadekariyên pêvajoyek nû dikin.
'EM BI HÊZA KU JI NÛ VE DESTPÊ BIKIN BAWER DIKIN'
Yuksekdag da zanîn ku piştî 1'ê Mijdarê pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û wiha got: "Ji bo me pênaseya vê pêvajoyê dîsa serdemek têkoşînê ye. Me her tim di pêvajoyên zor û zehmet de xwe bi hêz kir û ji nû ve dest pê kir. HDP'ê ji partiyên din ku cuda dike van taybetmendiyên bingehînin. Ji nû ve destpêkirinê zanebûn, baweriya bi hêza ji nû ve destpêkirinê ye. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê ku di dîrokê de cara yekem di rewşek wiha de derbas bû, di nava çewisandin û pêkanînên dij demokratîk de em derketin pêşberî gel û vînek danî holê. Em ê di civîna xwe ya PM'ê de jî şaxên bingehîn ên pêvajoya nû nîqaş bikin."
'TÊKOŞÎNA GUHERTIN Û STATÛKO HAT JIYÎN'
Yuksekdag da zanîn ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê tenê bi sindoqên ku hatin danîn re girêdayî nîne û ji encama ku derketiye holê ve tenê girêdayî nîne û wiha dom kir: "Di 7'ê Hezîranê de hêzên guhertinê yên demokratîk derketine holê. Di serketina HDP'ê de ev yek derketiye holê. Lê li dijî vê heza ku di 7'ê Hezîranê de derket holê hêza statûko jî xwe bihêz kir û dest bi êrîşan kir. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê di nava 5 mehan de têkoşînek pir dijwar pêk hat. Têkoşîna hêza guhertinê û statûkoyê hat jiyîn."
'GELÊN KU GUHERTIN XWESTIN, WAN BER BI FELÇBÛNÊ VE BIRIN'
Yuksekdag anî ziman ku Qesr û AKP ji bo dînamîka guhertinê ku di 7'ê Hezîranê de derket holê paşve vekişînin hemû rêbazên faşîzan pêk anîn û wiha pêda çû: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hêviyek çêbû, lê yên statûko vê hêviyê felç kirin. Rêbezên ku herî baş dizanin, tundî, înkar zilmê derxistin pêş û bi vê yekê encamên ku xwestin bi dest xistin."
'BI ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NAYÊ WÊ WATEYÊ KU AKP Û QESR MEŞRÛ YE'
Yuksekdag da xuyakirin ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên ku digotin 'Eger AKP neyê ser desthilatdariyê wê kaos çêbibe' piştre planên xwe yên kaosê xistin dewrê û van tiştan got: "Gotin gel kaosê hilbijartiye û xistin dewrê. Di rewşe wiha de HDP'ê çû hilbijartinê. Nayê wê wateyê ku encamên di sindoqan de derketiye holê neyê nîqaşkirin. Di vê pêvajoya hilbijartin û encamên hilbijartinê de nayê wê wateyê ku desthilatdariya AKP û Qesr meşrû ye. Îro mafê AKP û Qesrê bi vê encama ku sedî 49 girtine pesnê xwe bidin nîne."
'DIXWAZIN CIVAKEK KU BI ŞANTAJ Û GEFAN DENG GIRTIYE BIAFIRÎNIN'
Yuksekdag anî ziman ku AKP dixwaze bi zorî û rêbazên dîkta civakê bi rêv bibe û wiha balê kişand ser rêbazên AKP'ê: "Konsepta wan a pêşerojê ew e ku ji bo vîzyona 2023'an gel bi gefan û şantajan bibin ser sindoqan û civakek bi vî rengî biafirînin. Vîzyona wan tenê li ser gelekî ku biatê wan bike."
'REJÎMA SEROKDEWLETIYÊ, KOMARÊ ZÊDETIR BÎNIN ASTA OTORÎTEYA TEHEKÛMÊ'
Yuksekdag got ku ew ê li hemberî vê otorîteya faşîzan rawestin û wiha bi lêv kir: "Bi rejîma Serokdewletiyê dixwazin komarê bînin asta otorîteya tehekûmî. AKP û Qesr ku kevneşopiya dewleta berê ye dixwazin dîsa heman tişt bikin. Lê em ê destûr nedin ku piştî 93 salan heman tişt bibe."
'HIŞMENDIYA KU LI SER PIRANIYÊ FAŞÎZMÊ FERZ DIKE TI PÊŞEROJA WÊ NEMAYE'
Yuksekdag anî ziman ku êdî bi tundî zoriyê pêşeroja komarê berdewamkirin nemaye û got: "Em van polîtîkayên şer qebûl nakin. Ji sedî 51 gelek tiştin, ji sedî 11 dîsa gelek tişt e. HDP'a ku demokrasiya piraniyê diparêze de ferqa hemû tiştî de ye. Em ê nehêlin 4 salan li ser pêvajoya gel îpotekê deynin. Hişmendiya ku li ser piraniyê faşîzmê ferz dike ti pêşeroja wê nemaye."
'DESTHILATDARIYA WE EM JÎ WEKÎ POYRAZÊ 8 SALÎ NAS NAKIN'
Yuksekdag got ku piştî 1'ê Mijdarê 9 sivîl hatine qetilkirin û wiha bal kişand ser qetlîamên AKP'ê: "Di bûyerên Farqînê de bavê Poyrazê 8 salî jiyana xwe ji dest da û Poyraz got 'Em Kurd in, em gel in, hûn çiqas li me din em ê ewqas zêde bibin' em ji wekî Poyrazê 8 salî desthilatdariya we nas nakin."
'JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ EM Ê TÊKOŞÎNA BI BIRYAR BIMEŞÎNIN'
Yuksekdag da zanîn ku li dijî desthilatdariya AKP û Qesrê ji pêşiya pêvajoyê û aştiyê vebe wê têkoşîneke bi biryar bidin meşandin. Ji 5'ê Nîsanê û heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîdek tê meşandin. Operasyon dan destpêkirin û qetlîam pêk anîn. Lê em ê li dijî wan têkoşînek bêhempa bidin meşandin."
'LI CIHÊ KU EM JI QESRAN RE BIBIN MERMER, ME AXBÛN HILBIJART'
Yuksekdag bang li hemû aliyên demokrasiyê kir ku di vê pêvajoyê de hêviyên demokrasiyê mezin bikin û wiha bi dawî kir: Em dikarin blokek demokrasiyê ava bikin û pêşiya azadiyê vekin. Em ê bi vê baweriyê serdemek bi rêxistin bikin. Li cihê ku em ji Qesran re bibin mermer, me axbûn hilbijart."