Hiqûqnas diçin piştgiriya gelê Farqînê

Platforma Hiqûqa Demokratîk ji bo piştgiriya gelê Farqînê wê roja Înê li navçeyê be. Platformê got: “Em bang li tevahî hiqûqnasên hestyar dikin piştgiriyê bidin vê berxwedanê û tevlî me bibin.”

Platforma Hiqûqa Demokratîk ji bo piştgiriya gelê Farqînê wê roja Înê li navçeyê be. Platformê got:  “Em bang li tevahî hiqûqnasên hestyar dikin piştgiriyê bidin vê berxwedanê û tevlî me bibin.”

Platforma Hiqûqa Demokratîk wê biçe navçeya Farqîn a Amedê ya dewlet lê gelê sivîl qetil dike. Hiqûqnas bi dirûşma, “Ji bo mirin zêde nebin deng bide Farqînê”, ji bo di serî de Farqîn balê bikişînin ser tevahî berxwedanên Kurdistanê, wê roja Înê li Farqînê bin. Ji Tirkiye û Kurdistanê wê gelek hiqûqnas tevlî vê çalakiya piştgiriyê bibin.

‘DIVÊ EM LI CEM GELÊ XWE BIN, KARESATA BÊDENG DERXÎNIN HOLÊ’

Li ser navê platformê daxuyanî hat dayîn û li hember terora dewletê ya Kurdistanê bertek hat nîşandan. Di daxuyaniyê de banga têkoşînê hat kirin û wiha hat gotin:

“Li Kurdistanê bêkesî û xemgînî tê avakirin, mirin wek qedera gelan tê avakirin, niha li Farqînê jî rewşa herî bi êş li ber serê me ye. 8 roj in karesatek bêdeng tê jiyîn, bi qedexeya kolanan dorpêça bajarekî din li ber çavên her kesî ye. Bajarê gelê me dixin bin dorpêçan, bi zorê digirin, pêwîst e em li cem gelê xwe bin û vê karesata bêdeng derxin holê. Jixwe ev 5 meh in şer dijwar bûye, me jî wek hiqûqnasan her tim li qadê têkoşîn meşand. Di vê nuqteya em gihiştinê de aşkera ye ku divê em li hember şer seknek bi rêxistinî ya hê xurttir nîşan bidin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Em ê wek hiqûqnasên Tirkiyeyî û Kurdistanî roja Înê saet 11.00’an li Farqînê bin. Em bang li tevahî hiqûqnasên hişyar dikin ku piştgiriya berxwedanê bikin û tevlî me bibin.”