Gelo her du bombevanên zindî yên li Pirsûsê heman wêne bi kar anîn?

Wêneyê nasnameya li ser Abdullah Omer Arslan derket û wêneyê nasnameya bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz ê servîsî çapemeniyê hatin kirin, ji ber ku gelekî dişibin hev, gumana 'gelo her du bombevanên zindî heman wêne bi kar anîn?' derket holê.

Wêneyê nasnameya li ser Abdullah Omer Arslan derket, ku piştî komkujiya li Pirsûsê ji aliyê gel ve hat girtin û wêneyê nasnameya bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz ê servîsî çapemeniyê hatin kirin, ji ber ku gelekî dişibin hev, gumana 'gelo her du bombevanên zindî heman wêne bi kar anîn?' derket holê.

Biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsîna komkujiya Pirsûsê, ku di encamê de 33 şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan, dewam dike. Ji ber vê yekê nayê zanîn ku ti pêşketin di lêpirsînê de heye yan na. Her wiha ne diyar e ku dozgerê lêpirsînê, der barê têkiliya navbera bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz û Abdullah Omer Arslan ê tê texmînkirin pêwendiya xwe pê re heye, hewldanek kiriye yan na.

GEL EW ZEVT KIR Û RADESTÎ POLÎSAN KIR

Heman piştî teqînê, kesekî bi motorsîkletê hat ber Navenda Çandê ya Amara, ji ber tevgera xwe ya bi guman ji aliyê gel ve hat zevtkirin. Ev şexsê ku hemû eşyayên li ser bi wêne û dîmenan hatin qeydkirin, radestî polîsan hat kirin. Polîsan ev gumanbar xist Navenda Çandê ya Amara. Li gorî şahidên bûyerê, ev kesê ku riya wî qusandî bû, ji aliyê polîsan ve ji herêmê hat revandin.

Û careke din li tu cihî nehat dîtin. Heta roja îro ne li gundê lê mele bû vegeriya, ne jî ji wî yan jî malbata wî ti daxuyanî li ser mijarê hat dayîn.

Belgeyên li ser vî gumanbarî derketin holê, balkêş in. Li ser wî, nasnameyek bi navê Abdullah Omer Arslan û belgeyeke ajokariyê hat dîtin. Eger nasname û ev belgeya ajokariyê ne sexte be, kesê ku ji aliyê gel ve hat girtin, Abdullah Omer Arslan e.

Arslan ê ji nasnameya TC ya bi nûmaraya "12563669198", di 19'ê Hezîrana 1994'an de li Meram a Konyayê ji dayik bûye. Li gorî qeyda Midûriyeta Nifûsê, nasnameya wî û malbata wî, navçeya Enqere Golbaşi ye.

WÊNEYÊN WAN DIŞIBIN HEV

Balkêş e ku wêneyê nasnameya Abdullah Omer Arslan û wêneyê nasnameya bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz ê ji aliyê polîsan ve pêşkêşî çapemeniyê hat kirin, dişibin hev. Her du wêne dişibe wêneyê heman kesî, ku di salên cuda de kişandiye.

Wêneyekî din ê li ser Arslan hat dîtin, nayê zanîn ê kê ye. Wêneyê di nasnameya Abdullah Omer Arslan de û wêneyê piştî bûyerê hat kişandin, naşibin hev.

Ji çenteyê Arslan ê ku tê gotin pêwendiya xwe bi bombevanê zindî Abdûrrahman Alagoz heye, belgeyeke din a balkêş derket holê.

Zerfek bi logoya "Meclîsa Milletê Mezin a Tirkiyeyê" û cuzdanekî hesabê bankayê yê di 16'ê Hezîrana 2015'an de li Banka Zîraatê hat vekirin, hatin peydakirin. Her wiha nasnameyek ku nîşan dide Arslan li gundê Gurkûyû yê Xelfetiyê weke mele wezîfedar e, hat dîtin.

KOVARA FÛRKAN Û ALA EL NÛSRA

Yek ji eşyayên ji çenteyê vî kesî derket, kovara bi navê 'Fûrkan Genç' e. Di wêneyê bergê vê kovara hejmara Kanûna 2014'an de manşeta 'Astengî nikare bi bawermendan' hatiye bikaranîn.

Kovara mijara gotinê weke organa weşanê ya Weqfa Fûrkan çap dibe.

Ala reş a ku weke 'Ala El Nûsra' tê zanîn û tûrikê ji nivîsên ji 'dûa destpêkê ya Quranê' û 'Halîl Îbrahîm El Ansarî' ji çeteyê vî kesî derket.

CAREKE DIN VEGERIYA GUND

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin Abdullah Omer Arslan, piştî bûyerê careke din li gundê lê 'meletî' dikir, venegeriya. Nayê zanîn niha li ku ye. Tevî ku navê wî di çapemeniyê de hat weşandin jî ne ji wî ne jî ji malbata wî heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

...