Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesap bipirsin!
Di meha yekemîn a komkujiya Enqereyê de Hêzên Demokrasiyê yên hatin gel hev, bi çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasaray 102 şehîdên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Di meha yekemîn a komkujiya Enqereyê de Hêzên Demokrasiyê yên hatin gel hev, bi çalakiya rûniştinê ya li Qada Galatasaray 102 şehîdên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Di bîranîna ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat, girseyê peyama, “Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesab bipirsin” da hikûmetê.
Di yekemîn meha komkujiya Enqereyê de Hêzên Demokrasiyê yên ji partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sosyalîst, hawirdorparêz û koma Çarşi pêk hat, li Qada Galatasaray bîranîneke girseyî pêk anîn. Li qada ku polîsan rewşa awarte pêk anî girseyê bi yek dengî got, “Em ê ji bîr nekin efû nekin”. Di bîranînê de pankarta “Em ê ji bîr nekin, efû nekin” a wêneyên 102 şehîdên aştiyê yên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane li ser û dowîzên “Em qatil nas dikin” hatin hilgirtin. Di bîranînê de dirûşmên, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Diz, qatil AKP”, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil”, “Qesr şer gel aştiyê dixwazin”, “Li ber xwe bide Farqîn Stenbol bi te re ye” hatin gotin. Di bîranînê de ku polîs dirûşmên dihatin gotin wek hincet nîşan da û anonsa mudaxeleyê kir, bû sedema aloziyeke demkurt.
Girseyê ji bo şehîdên aştiyê yên Enqereyê deqeyekê rêz girt, piştre derbasî çalakiya rûniştinê bû. Bi dirûşma, “Şehîd Namirin”, li ser navê Hêzên Demokrasiyê Sema Barbaros daxuyanî xwend. Barbaros got: “Îro roja 30’emîn e, me sed hevalê xwe ber bi bêdawîbûnê oxir kir” û wiha domand: “Di van 30 rojan de dewletê têkildarî failên vê êrîşa nemerd hedef berevajî kir, xwest berpirsên rastî veşêre.”
JI BO PIŞTÎ ME TI KESÊN DIN NEMIRIN DÎSA AŞTÎ!
Piştî Sema Barbaros, Fîrdevs Dalmaç a hevsera Gokmen Dalmaç ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, mafê axaftinê wergirt. Dalmaç wiha axivî: “Ez hevsera Gokmen im ku digot ên jiyana xwe ji dest dane parçeyên ji bedena min in. Me bedenên hevalên hevserê min pêçand. Ji ber em dijiyan, me şerm dikir. Lê kesê şerm bikira ne em bûn, kesên ku pêwîst e şerm bikirana yên bombe anîn nava Enqereyê ne, yên rê ji vê re vekirin e… Yên berî me mirin, em mirin, ji bo yên piştî me nemirin pêwîst e em bibêjin dîsa dîsa aştî, azadî.”
Bîranîn, piştî yek bi yek navê şehîdên aştiyê hatin xwendin û bi gotina, “li vir e” bi dawî bû.