Ji KCD-E banga li hemberî komkujiyên AKP’ê em çalakiyan pêş bixin

KCD-E, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê banga pêşxistina têkoşînê kir. KCD-E ku bang li gelê Ewropayê kir xwest piştevaniya berxwedana li Farqîn û giştî li Bakurê Kurdistanê bê kirin.

KCD-E, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê banga pêşxistina têkoşînê kir. KCD-E ku bang li gelê Ewropayê kir xwest piştevaniya berxwedana li Farqîn û giştî li Bakurê Kurdistanê bê kirin.

Hevserokatiya KCD-E têkildarî terora dewletê ya li navçeya Farqîn a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku hat gotin, “Faşîzma AKP’ê qetilkirina gelê Kurd didomîne”, bal kişand ser konsepta şer. KCD-E bal kişand ser van xisûsan. 

‘AKP QETIL DIKE GEL BERXWEDANA DÎROKÎ NÎŞAN DIDE’

“Faşîzma AKP’ê bi tirsa desthilatdariyê re li Cizîrê, Farqînê, Gimgimê, Licê, Nisêbîn, Sûr û li gelek deverên Kurdistanê bi qedexeya derketina kolanan re hiqûq li gor xwe eyar kir û bi rêbaza nû darbe kir li navçeyên xwedî sed hezar şêniyan bi hefteyan elektrîk, av û pêdiviyên wan yên zad û qût asteng kir û bi vî awayî xwest gel teslîm bigire. Gelê ku li hemberî vê dîktatoriyê ji 7’ê Hezîranê ve li ber xwe dide, li gel tankan ji aliyê Gladyoya Qesrê ya Erdogan ve tên qetilkirin. Zîhniyeta ku bedenên bê ruh yên gelê me îşkenceyê dike, diavêje qadan, bi wesayîtên zirxî kaş dike, bedena pitika 35 rojî mehkumî sarincan dike, îxtiyarê 80 salî yê torbeyê nan di dest de, li ser peyarêyê qetil dike faşîzma Hîtler jî li pey xwe hiştiye goristanên li Kurdistanê hewayî û bejayî bombe dike, gihiştiye lûtkeya faşîzmê. Faşîzma AKP’ê bi tevahî derfetên dewletê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê gelek operasyon û şantajên siyasî, aborî û civakî amade kir, berî hilbijartinan destpêkê HDP kirin hedef, ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin dîktator Erdogan bi xwe gel tehrîk kir, di serî de Navenda Giştî ya HDP’ê bi sedan avahiyê wê da şewitandin, hilweşandin. Li metropolên Tirkiyeyê, kargehên Kurdan û gelê Kurd di bin êrîşên lîncê de hişt. Faşîzma AKP’ê di serî de gelê Kurd, hesabên bê çawa dikare tevahî muxalîfan bitepisîne û teslîm bigire dike, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de tevî ewqas zext, hîle û diziyan jî hêza wê têrê nekir ku HDP’ê di bin bendê bihêle. Bi taybet li cihê xweseriyên xwe îlankirî nêzî ji sedî 90’î deng girt û îrade hatin beyankirin. Kurdistan li hemberî giştî komkujiyên faşîzma AKP’ê jî teslîm nebû, her wiha bi operasyonên qedexeya kolanan û înfazên faşîzma AKP’ê re rû bi rû ne. Herî dawî navçeya Farqînê ya Amedê ev 8 roj in di bin dorpêça terora dewletê de ye. Tevî elektrîk û ava wê jî hatiye qutkirin, gelê Farqînê bi berxwedanek dîrokî li ser piyan e.”

'YEKANE ÇARE BERXWEDAN LI HER DERÊ BELAVKIRIN E'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwerêveberî mafê demokratîk û herî mirovî yê gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Li hember vê beyana îradeyê, ev êrîşên ewqasî hov tê wateya di înkar, îmha û dagirkeriyê de israr. Yekane çare ya li hemberî operasyona topyekûn a îmha û înkarê ya ku hikûmeta AKP’e ya faşîst, TC ya mêtinger dimeşîne, berxwedan li her derê belavkirin û mezinkirin e.”

'LI HEMBER AKP’Ê EM ÇALAKIYÊN XWE MEZINTIR BIKIN'

Hevseroktiya KCD-E bang li gelên Kurd ên Ewropa û dostên wan kir û wiha got:

“Gelê me yê Ewropa çawa duh ji ber komkujiyên Şengal, Kobanê, Cizîr, Amed û Enqereyê rabûn ser piyan, îro jî di serî de Farqîn, Cizîr û Nisêbîn ji bo tevahî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê û li hember faşîzma AKP’ê li vê berxwedanê xwedîderketin berpirsiyartiyek dîrokî ye. Li Ewropayê di serî de pêkhateyên KCD-E, sazî û dezgehên wê tevahî hêzên alîgirên demokrasî û azadiyê, em banga teşhirkirina faşîzma AKP’ê û bilindkirina çalakiyên demokratîk dikin.”