Polîs Denîz G. ê ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' dihat darizandin, hat girtin!

Polîs Denîz G. ê di doza Emrah Demîr de ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' dihat darizandin, piştî salekê hat girtin.

Parêzera malbata Demîr Nezahat Paşa diyar kir ku biryar hêviyê dide wan û anî ziman ku her cînayeta ji aliyê polîsan ve tê kirin, hînê bi xeteriya bêcezahiştinê re rû bi rû ne.

Li navçeya Îzmîr Menemenê, di 12'ê Kanûna 2014'an de kesê bi navê Emrah Demîr li Taxa Yahşellî ya lê dima, bi xizmên polîs Denîz G. ê li Midûriyeta Hêzên Çevîk ên Menemenê wezîfedar re nîqaş kiribû û Denîz G. bi çeka xwe yekser gule berdabû Emrah Demîr. Dadgeriya Ceza ya Sûlh a Menemenê, tevî ku der barê bûyera kuştina Demîr de vegotinên şahidên bûyerê û raporek li ser rêbaza kuştinê hebû jî, der heqê polîs Denîz G. de bi îdîaya 'ji ber kêmasiyê bû sedema mirinê' lêpirsîn dimeşand.

'SEWQÎ CEZAYÊ GIRAN HAT KIRIN'

Di çarçoveya dozê de Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Menemenê biryara xwe ya li ser 'ji ber kêmasiyê rê li ber kuştinê vekir' guherand, da xuyakirin ku bersûc Denîz G. çeka xwe kişandiye, berê wê daye Emrah Demîr, bi vî rengî gule berdayê û di vê çarçoveyê de bûyer li gorî xala 81. a TCK ya sûcê 'kuştina bi zanebûn' nirxand û ji bo delîl werin komkirin û nirxandin doz sewqî 2. Dadgeha Ceza ya giran a Karşiyakayê kir.

'KUŞTINA BI ZANEBÛN'

Rûniştina 2. a dozê, ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê hat dîtin. Birayê Emrah Demîr Umît Demîr û şahidên din, ku piştre bi vegotinên xwe tevlî dozê bûn, bi vegotinên xwe re nîşan dan ku Denîz G. sûcê 'kuştina bi zanebûn' kiriye. Heyeta dadgehê ji ber delîl û vegotinên xurt ên li ser mijarê biryar da ku bersûc bi awayekî girtî were darizandin."

'BIRYARÊN DADGERIYÊ DIBIN SEDEMA DEWAMKIRINA KUŞTINAN'

Parêzera malbata Demîr Nezahat Paşa li ser biryarê ji ANF'ê re axivî. Paşa bibîr xist ku di serî de li Farqîn û Cizîrê li gelek bajarên Tirkiyeyê polîsan nêzî 50 kes qetil kirine û got, "Berpirsyarê van komkujiyan; ti ji wezîfedarên ewlekariyê ji wezîfeyê nehatin dûrxistin û der heqê wan de doz jî nehat vekirin. Dadgerî di vî warî de wezîfeya xwe bi cih nîne û bi vî rengî dibe sedema dewamkirina kuştinan."

'BIRYAR BÛ HÊVIYEK'

Paşa da xuyakirin ku di doza Emrah Demîr de jî dozgeriyê li gorî vegotina polîs gilîname amade kir û got, "Tevî gelek rapor û vegotinên şahidan hebû û nîşan dida ku gule ji mesafeyekê hatiye teqandin, polîs Denîz G. bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Di roja îro de her cînayeta ji aliyê polîsan ve hatiye kirin, bi xeteriya bêcezahiştinê re rû bi rû ne. Di doza Emrah Demîr de delîleke nû neket nava dosyayê. Heman delîl di qonaxên lêpirsînê de hene. Piştî salekê jî bi derengî hatibe dayîn; ev biryar ji bo me bû hêviyek."