Gelê Farqînê: Em bi rojan e tên qetilkirin, lê em serî natewînin
Li Farqîna qedexeya derketina kolanan ketiye roja 8’an êrîşên hêzên dewletê didomin. Farqîniyan gotin ku wê ti carî serî li hember zilma AKP’ê netewînin û banga xwedîderkertina li berxwedanê kirin.
SEDAT SÛR
AMED
sêşem, 10 sermawezê 2015, 15:01
Li Farqîna qedexeya derketina kolanan ketiye roja 8’an êrîşên hêzên dewletê didomin. Farqîniyan gotin ku wê ti carî serî li hember zilma AKP’ê netewînin û banga xwedîderkertina li berxwedanê kirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê di 8 rojên qedexeya derketina kolanan de hêzên dewletê 6 sivîl qetil kirin, bi dehan mal şewitandin. Hêzên dewletê li derveyî taxên ku qedexe lê heye bi giştî navçeyê serî li rewşa awarte didin. Gelê Farqînê li hemberî komkujî, êrîş û pêkanînên rewşa awarte di nav hêrseke mezin de ye.
Melek Yaman, Sevîm Meygîl, Kûdret Kirtay, Ferhat Bînen ve Orhan Yazkan ên ji ANF’ê re axivîn, gotin “Gelê Farqînê hatiye nuqteya teqînê. Vê dewletê ji zû ve anî vê rewşê. Ji niha û şûn ve dewlet êdî dikare çi bike?” Gelê Farqînê hişyariya eger dewlet van êrîşan nesekinîne wê bûyerên mezin der kevin kir.
'EM LI HEMBER DEWLETÊ TIJÎ HÊRS IN'
Sevîm Meygîl:
“Em ê ne bê bertek ne jî bêdeng bimînin. Vê dewletê hundirê me tijî hêrs kir. Bi ser malên me de digire, zarokên me binçav dike, îşkenceyan dike. Êdî mirovên me îsyan dikin, serî hildidin. Li holê dewleteke zarokên me qetil dike heye, êdî bila kes li hember vê dewletê bêdeng nemîne. Gelê Farqînê hatiye nuqteya teqînê, vê dewleta gelê Farqînê ji zû ve aniyê vê nuqteyê. Ji niha û pê ve ev dewlet dikare êdî çi bi me bike…”
'WÊ FARQÎN WEK KOBANÊ BI SER BIKEVE, TI CARÎ SERÎ NETEWÎNE'
Melek Yaman:
“Dewlet çi êrîş hebin li ser gelê Farqînê diceribîne. Zarokên me qetil dike, malên me dişewitîne. Em ê jî li hember vê zilmê serî netewînin, bila her kes jî vê bizane, em ê serî li hember dewletê netewînin. Em ê bi bîranînên zarokên xwe, doza xwe, şehîdên xwe girêdayî bimînin û em ê bişopînin.
Wezîr gotiye, ‘em ê sê taxan hilweşînin’. Çi dike bila bike, jixwe xera dike, jixwe çi zilma heyî li ser gelê me bikar tîne. Armanca wan koçberkirina gelê me ye, armanca wan van deran ji Kurdan paqijkirin e. Lê em ê li ber xwe bidin, em dest ji axa xwe bernadin. Wê berxwedana me bidome, ti tişt wê çavên me netirsîne. Em besî her tiştî ne, bila werin bigirin, em ji ti tiştî natirsin. Heta em kesek jî bimînin, em ê li pey Rêbertiya xwe bimeşin, em ê ti carî serî netewînin.”
'MIZGEFTÊN ME BOMBERDÛMAN DIKIN'
Kûdret Kirtay:
“Erdogan îdîa dike ku Misilman e. Ev çi Misilmantî ye! Dema zarokên me serê xwe ji derî derdixin tên înfazkirin. Ev der axa me ye, mala me ye. Erdogan li mala me, li ser axa me me qetil dike. Mizgeftên me bomberdûman dike, ev îdîa dikin ku Misilman in, Misilmantiyek wiha çawa çêdibe!
Erdogan zalim e, firewn e. Ger Misilman be bila were vê xwînê bisekinîne. Bila ciwan nemirin. Xwîna me jî ne xwîn e, canê me jî ne can e… Dibêjin ‘em ê taxan ji nexşeyê paqij bikin’. Xwedê li gel wan nehêle. Kesên dimirin ne zarokên Erdogan in, ne yên wezîran in. Ew her diçin xwe dewlemendtir dikin, zarokên gel jî ber bi mirinê dajon.”
'GER EV DER BIŞEWITE WÊ ROJAVA JÎ BIŞEWITE!'
Ferhat Bînen:
“Em êdî hatine nuqteya teqînê, bila her kes vê bizane, em êdî nema dikarin xwe bigirin. Ev nêzî deh rojan e, ne tenê li 3 taxên Farqînê, li giştî Farqînê rewşa awarte heye. Li qehwexaneyan mirovan gulebaran kirin, qetil kirin. Mirovên me di bin zilmê de ne, ser piyan bi heqaretan rû bi rû dimînin. Êdî kes nikare vê li xwe deyne, bi çekan, tankan, topan ev bi rojan êrîşî gelê Farqînê dikin. 25 mal şewitandin, hê jî dişewitînin. Kî wê hesabê vê bide.”
'XWEDÎ LI FARQÎNÊ DERKEVIN'
Orhan Yazkan:
“Komkujiyek aşkera heye, li vir bi rojan e gelê me di bin zilmê de ye. Êdî pêwîst e çareseriyek bê dîtin. Medyaya alîgir Farqînê nabîne, ji kesên rojava vedişêrin, nahêlin komkujiyên li vir bibînin. Ev du rojên dawî eleqeyek çêbû, pêwîst e ev eleqe û xwedîderketin mezintir bibe.”