Gunay: Pêvajoya komployê, pêkanîna 17 salan jî diyar kir
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay got, "Pêvajoya komployê, pêkanînên 17 salan ên li Îmraliyê jî diyar kir. Destpêk û dawî, pêvajoya navberê hemû li ser vî mantiqî hatin diyarkirin."
ANF
ATÎNA
sêşem, 10 sermawezê 2015, 07:21
Li ser pêvajoya hiqûqî ya li Atînayê, ku ji bo ronîkirian rola dewleta Yewnanîstanê di komploya navneteweyî de hat destpêkirin, parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay ji ANF'ê r axivî.
Gunay anî ziman ku ji bo ronîkirina pêvajoya Komploya Navneteweyî ya doza li Atînayê dan destpêkirin û tazmînat jî bi awayekî sembolîk di asta herî nizm de xwestine. Gunay got, "Em dixwazin ev pêvajo were ronîkirin, berpirsyar werin aşkerakirin. Ji bo vê jî em ê hemû rêyên hiqûqî biceribînin. Li holê pêvajoyeke bi vî rengî heye; Birêz Ocalan di 9'ê Cotmehê de ji Şamê derket, hat Yewnanîstanê, nehat qebûlkirin çû Rûsyyaê, careke ji Îtalyayê çû Rûsya, Yewnanîstan, Kenya û herî dawî li vir dîl hat girtin."
Gunay ragihand ku pêvajoyên Îtalya û Rûsyayê ne di nav de, di tevahiya pêvajoyê de rayedarên Yewnan hebûn û got, "Ev rayedarên ji rêzê nebûn. Destpêkirina karên pêwîst ên hiqûqî, rewşeke balkêş e. Serokê saziyeke EP'yî ya dewletê û rayedarên EP'yî li cem Birêz Ocalan in û binçavkirin jî di nav de ti pêvajoyeke hiqûqî nadin destpêkirin. Li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê, muwekîlê me di 5'ê Sibatê de belgeya ji daxwaza penaberiyê îmze kir. Vê yekê jî naxin meriyetê." Gunay got, "Pewîstî bi bersivdayînê nabînin, qeydeke fermî nîne. Ji kîjan alî ve em binirxînin jî, wê bi her awayî bêhiqûqiyeke cidî derkeve pêşiya me."
Gunay pirsa "Tevî ku Ocalan di wê demê de bi binpêkirina sînor re hat Yewnanîstanê çima nehat binçavkirin?" kir û anî ziman ku Yewnanîstan ketiye nava hewldaneke kêfî, korsan û neketiye nava kar. Gunay got, "Pêvajoya wê demê, pêvajoya 17 salan a li Îmraliyê diyar kir. Ji ber ku yê behsa mijarê muwekîlê me Ocalan bû, êdî pêkanînê fîîlî û kêfî xwe nîşan dan. Destpêk û dawî, pêvajoya navberê hemû li ser vî mantiqî hatin diyarkirin."
Gunay pîvanên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo penaberan bibîr xist û destnîşan kir, ku bi taybetî ji bo welatekî lê îdam heye, ti kes nayê radestkirin.
'YEWNANÎSTAN HELWESTA XWE YA SALA 1999'AN DIDOMÎNE'
Gunay got, "Em hînê li cihê destpêkê yê sala 1999'an e" û anî ziman ku piştî çend rojan çûyîna Serokwezîrê Yewnanîstanê Tsîpras ji bo Tirkiyeyê û taloqkirina dozê ji 22'ê Sibata 2016'an re rewşeke rasthatî nîne, xwedî wateyekê ye.
Gunay ragihand ku dewleta Yewnan peyama "Ez hînê li cihê xwe yê berê me" dide û diyar kir, ku ew gelê Yewnan naxe nava vê nirxandinê. Gunay destnîşan kir ku dewlet timî ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin.
Gunay got, "Xuya ye wê dewleta vê demê jî bi heman mantiqî tevbigere" destnîşan kir ku divê helwestek zerarê nede dostaniya gelên Kurd-Yewnan bê nîşandan.