Stenbol DEM-GENÇ, ji bo xwedîderketina li Farqînê banga derketina qadan kir
Koordînasyona Stenbol DEM-GENÇ, bang li her kesî kir ku ji bo piştgiriya bi berxwedana re Farqînê derkevin qadan.
Koordînasyona Stenbol DEM-GENÇ, bang li her kesî kir ku ji bo piştgiriya bi berxwedana re Farqînê derkevin qadan.
Koordînasyona Stenbol DEM-GENÇ, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Navenda Ciwanan a Ozgur Ronî banga tevlîbûn û piştevaniya kongreya DEM-GENÇ a wê 29’ê Mijdarê li Amedê bê lidarxistin kir.
Eda Kahvecîoglû ya daxuyanî da bal kişand ku êrîşên dewletê yên li Kurdistanê zêde bûne û got: "Ev pêla êrîşan a li Gimgimê destpê kir li Farqîn, Gever, Cizîrê û gelek deveran dewam kir. Dewleta ku qedexeya derketina kolanan kir dewrê bi tankan dikeve navçe û bajarên me, mirovên me qetil dike her cihî talan dike.”
Kahvecîoglû bang li tevayî gel kir ku ji bo xwedîderketina li berxwedana Farqînê li her cihê lê ne derkevin kolanan.