Çeteyên DAIŞ’ê li Holê topên bi jehr bikar anîn

Çeteyên DAIŞ’ê yên li hember HSD’ê derbên giran xwarin, li Holê bi topên jehrî êrîşî çeperên HSD’ê kirin. Şervanên HSD’ê li hember êrîşên çeteyan tedbîrên xwe girtibûn, ti ziyan nedîtin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li hember HSD’ê derbên giran xwarin, li Holê bi topên jehrî êrîşî çeperên HSD’ê kirin. Şervanên HSD’ê li hember êrîşên çeteyan tedbîrên xwe girtibûn, ti ziyan nedîtin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê di roja xwe ya 11’an de didome. Çeteyên li hember HSD’ê têk diçin û windahiyên mezin didin, serî li rêbazên qirêj didin. Çeteyan li Holê bi topên jehrî êrîşî çeperên şervanên HSD’ê kirin. Şervanên HSD’ê yên li hember êrîşan tedbîrên xwe girtibûn, ti ziyan nedîtin.

Li gorî agahiyên şervanên HSD’ê bi nûçegihanên ANHA’yê re parvekirin, duh derdora saat 15:00’an  çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Methema li hember şervanên HSD’ê ku herêma Xatûniyê dorpêç kirine, 4  topên jehrî bikar anîn.

Şervanên HSD’ê diyar kirin ku ji tobên ku çeteyan avêtine, bêhneke weke sîr û pîvazê di nav hev de jê tê. Her wiha li cihê ku top lêketine jî tebeqeyeke spî li ser erdê çêbûye.

Şervanan destnîşan kirin ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarin, êrîşên bi vî awayî pêk tînin. Şervanan gotin ku wan tedbîrên xwe ji êrîşan girtibûn, êrîşên çeteyan vala hatin derxisitn.

LI HESEKÊ Û TIL BERAK JÎ BIKAR ANÎBÛN

Çeteyên DAIŞ’ê 28’ê Hezîrana 2015’an li Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê li hember çeperên YPJ’ê topên ku ji madeyên kîmyawî pêk hatine, bikar anîn.

Di heman mehê de çeteyan heman top li Til Birak jî li dijî çeperên YPG’ê bikar anîn.

Piştî ku di qada navneteweyî de hat lêkolînkirin, derket holê ku çeteyan li van herêman gaza xerdel bikar aniye.

Gaza Xerdel bandorê li çerm, çav û gezbê dike. Lewra weke çeka kîmyawî tê dîtin.

Li gorî hevpeymana navneteweyî jî bi karanîna vê gazê qedexe ye.

Guman tê kirin ku topên çeteyên DAIŞ’ê avêtine herêma Xatûniyê ji gaza xerdel pêk tê.