Aşût ê bi guleya polîsan birîndar bû, rakirin Edeneyê

Rafet Aşût ê li Cizîrê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrovayê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, welatiyê bi navê Rafet Aşût ê duh êvarê dema diçû mala xwe ya li Taxa Sûrê li kolana Almîra rastî êrîşa polîsan hat û bi giranî birîndar bû, jiyana wî hînê di xeteriyê de ye.

Aşût ê li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dihat ragirtin, piştî nîvro rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrova ya Edeneyê.

Hat ragihandin ku fîşeka li hestiyê qorikê yê Aşût ketiye, rovî û organên wî yên hundir parçe kiriye. Her wiha fîşekek li destê wî jî ketiye, tiliya wî mezin jê kiriye.

Li aliyê din, welatiyê bi navê Mehmet Emîn Bûtanrî yê li heman kolanê bi guleya polîsan ji milê xwe yê çepê birîndar bû, piştî tedawiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê derket.