Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek binçavî, 1 girtin

Li Edeneyê ku kesek hat girtin li Îzmîrê 3 û li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP’ê di polîtîkaya şer de israr dike. Piştî Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê jî operasyonên qirkirina siyasî didomin.

EDENE

Li Taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê pêr di serdegirtina malan de Onûr Can ê hatibû binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin. Can ê bi îdîaya, “Endamê rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” sewqî dadgehê hat kirin, hate girtin. Can şandin Girtîgeha Sergirtî Tîpa F a Kurkçuler.

ÎZMÎR

Li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê 3 kes hatin biinçavkirin. M.A., B.Î. û Î.B. ên hat îdîakirin duh bi şev li qada daristanî hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat ragihandin ku piştî binçavkirinê girtine ser mala her sê kesan.

STENBOL

Li navçeyên Şîşlî û Kagithane yên Stenbolê di serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Şîşlî û Kagithane yên Stenbolê, polîsan di saetên sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Hate zanîn ku di serdagirtinên li taxên Okmeydani, Nurtepe û Çaglayanê, polîsek jî xwe birîndar kiriye.

Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.