Polîsan li Îzmîrê êrîşî çalakiya ‘Farqînê’ kirin: Nêzî 20 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê polîsan êrîş birin ser çalakiya piştevaniya Farqînê ya ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin. Nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê polîsan êrîş birin ser çalakiya piştevaniya Farqînê ya ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin. Nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê ya Îzmîrê xwest komkujiya dewletê ya li navçeya Farqînê ya Amedê protesto bike. Polîsan êrîş bir ser çalakiya rûniştinê ya bêdeng a li ber avahiya Walîtiyê. Polîsan Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Dîlek Aykan jî di nav de 20 kes derb kirin û binçav kirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.

KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN

Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ye:  "Dîlek Aykan, Suleyman Eryilmaz, Hacay Yilmaz, Nazmiye Ozen, Coşkun Ustercî, Feyziye Pulat, Nedîm Yilmaz, Sevîm Kiliç, Elmas Çinar, Aylîn Aker, Huseyîn Aktaş, Omer Araz û Nevîn Aytekîn."