Biryara DDB hat binpêkirin û parêznameyên Ocalan dîsa hatin qedexekirin

Parêznameya bergê 5. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk", tevî hukmê DDB ê betalkirina biryara berhevkirinê, careke din ji aliyê 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê ve hat qedexekirin.

Bergê pêncemîn ê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" ê parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi serenavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" hat çapkirin, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo betalkirina biryara komkirin û desteserkirinê, derket holê ku di 14'ê Tebaxa 2015'an de careke din ji aliyê 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê ve hatiye qedexekirin. Qedexeya bergê pêncemîn têrê nekir 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê belavkirin û firotina bergên 1-2-3. ên parêznameyê jî qedexe kir. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica der barê mijarê de ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir, ku 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê bi awayekî vekirî Destûra Bingehîn binpê kiriye.

HUKMÊ QEDEXEYÊ NÎNE!

Sarica diyar kir ku parêznameyên beriya niha ji aliyê muwekîlê wan Abdullah Ocalan ve ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatin nivîsandin, weke pirtûk ji aliyê Weşangeriya Amara ve bi seteke ji 5 bergan hatin çapkirin û anî ziman ku du meh piştî çapkirinê di 14'ê Tebaxa 2015'an de ji aliyê 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê ve bergên 1-2-3 û 5. hatine qedexekirin.

Sarica ragihand ku 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê, biryara xwe ya li ser bergên 1-2-3. sipartiye biryara qedexekirinê ya Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Sêrtê û 3. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku di sala 2009'an de wergirtiye. Sarica got, "Halbûkî, li gorî qanûnek li ser pirtûkên qedexekirî di sala 2012'an de derket, 'eger biryarên qedexekirina pirtûkan ên beriya Kanûna 2012'an hatine dayîn di nava 6 mehan de neyên nûkirin, wê biryar bêhukm be'. Lewma, her çend Mersînê di briyara xwe de, biryara sala 2009'an weke hincet nîşan da jî, dadgehên Sêrt û Wanê piştî sala 2012'an ti biryareke nû nedane." Sarica da xuyakirin ku 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê xwe sipartiye biryarên bêhukm û biryara qedexeyê daye.

BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN LI HOLÊ YE

Sarica biryara qedexeyê ya li ser bergê pêncemîn jî nirxand û bibîr xist ku di sala 2012'an de dadgehê biryara komkirinê û desteserkirinê daye, lê weke parêzer wan ev qedexe birine ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Sarica diyar kir ku di 25'ê Hezîrana 2014'an de Dadgeha Destûra Bingehîn li ser mijarê biryar daye ku dadgehê biryarek di warê binpêkirina azadiya çapeemnî û ramanê de daye û bi vî rengî biryar da ku biryara dadgehê were betalkirin. Sarica got, "Di rewşeke ku hukmekî bi vî rengî yê DDB heye de, ji nû ve dayîna biryareke bi heman rengî ji aliyê 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê nayê qebûlkirin. Ev yek tê wateya binpêkirina Destûra Bingehîn."

KIRASÊ QEDEXEYÊ AMADE YE

Sarica her wiha da zanîn ku beriya biryara qedexeyê were dayîn wan seta ji 5 bergan şandine ji muwekîlê xwe Abdulah Ocalan re lê belê tevî ku qedexe nebû jî bi mehan jê re nehatiey dayîn û piştre ji bo vê pêkanîna kêfî jî biryara 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê ya ji bo bergên 1-2-3-5. hincet hatiye nîşandan. Sarica diyar kir ku ew ê vê biryara 1. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê careke din bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.