Du bûyer du şîrove - Rêşad Sorgul

Dema em li dewrûbera xwe temaşe dikin, pir tişt hene ku bala me dikişînin û mirov dixwaze qala wan bike. Lê carna ji xemsarî û carna jî ji ber hin sedemên din em wan paşguh dikin.

Dema em li dewrûbera xwe temaşe dikin, pir tişt hene ku bala me dikişînin û mirov dixwaze qala wan bike. Lê carna ji xemsarî û carna jî ji ber hin sedemên din em wan paşguh dikin. Îcar dema ew tişt mîna kozereya ser seradê dikevin ser hev bivênevê mirov keserekê dikişîne û rewşê bi zêhniyetê rave dike. Ew zêhniyeta ji dêhn hatiye, dike ku em dêhnê xwe bidin ser mijarê. Ev demek e ku em li Rojava ne. Li dewrûbera me gelek tişt ji bo me nû ne, bala me dikişînin. Mirov naxwaze hema behsa her tiştê dibîne bike. Ji ber ku mirov naxwaze zêdegaviyê bike, mirov baş bala xwe didiyê û lê temaşe dike. Lê hinek bûyer mîna moza sor li dora mirov digerin û mirov ji bo nivîsê sor dikin. Yek ji wan mijaran perwerdeya bi zimanê Kurdî ye, ya din jî nûçeyeke rojnameya Agosê weşandî ye.

Ya yekê, bi çalakiya komek Kurdistanî ya li Çilaxayê xwe li nava çavê me xist û kir ku em bibêjin ewqasî jî nabe. (ya li Dêrikê jî bi ser de hat û ev alîgirên ENKS’ê ne. Aliyê siyasî yê li pişt van çalakiyan armanca nivîsa me nîne) Kurdistaniyên daketin kolanê, dibêjin dema perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatiye. Ya rastî, min dema ev nûçe bihîst, min bawer nekir. Min ji xwe re got, ma tiştê wilo dibe, çawa Kurdistanî li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî rabin. Lê paşê min nûçe bi nivîs û dîmen dît. Û ne tenê ev, di kanaleke televîzyonê de hin kes xwedî li vê derketin. Bi awayekî ji awayan heman zêhniyet li Bakurê Kurdistanê jî heye. Berê em binêrin ka xwediyên vê zêhniyetê çi dibêjin: “Nabe ku mirov bi carekê ji perwerdeya Erebî derbasî perwerdeya Kurdî bibe. Zarokên bi Kurdî bixwînin nikarin bibin xwedî karûbar. Yanî paşerojê suûda wan tineye. Divê Kurdî weke derseke di nava dersan de be....” Îcar dîsa xwediyên heman zêhniyetê behsa serxwebûna Kurdistanê dikin yanî bi roj bilbil in, bi şev bişkul in. Asîmîlasyon çi tiştekî yeman e! Xwe ji bîr kirine, ji bîr kirine ku doza Kurdistana aza dikin. Li Kurdistanê perwerde bi zimanê Kurdî nebe, azadî li ku û çawa dibe. Erê, ez qebûl dikim ku di pêşdebirina hinek meseleyan de qonax, dem û dewran, rojgar hene, lê li Rojava ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ti astengî tineye. (Ji bo vê Mexmûr numûneyeke girîng e.) Rêveberên Kantonê jî ji bo 3 salan perwerde danîne. Bi ya min ev jî şaş e. Ew jî vê rewşê bi kêmbûna mamosteyan rave dikin. Bi ti awayî divê neyê qebûlkirin. Jixwe ya sosret ew e, meşa li Çilaxa li dijî vê ye, naxwe eger meşa li Çilaxa ji bo zêdekirina salên perwerdeyê bûna min ê ji bo wan li çepekan bidaya. Hingê mirov ê bigota muxalefeteke baş li Rojava heye. Lê qaşo muxalefet, rêveberî çi gavê diavêje, dibêje “hê dema wê nehatiye” li vir muxalefet rêveberiyê dahf nade, berevajî pêşî lê digire. Suûda Kurdan ji bo vê nebaş e. Li Rojavayê Kurdistanê nabe ku perwerde bi 3 salan bi sînor bimîne. Perwerde ji seretayî heta bi zanîngehê şert e. Kesên bixwînin di nava saziyên rêveberiyê de divê bibin xwedî karûbar. Li peymangehan divê bi lez û bez bi hezaran mamoste bêne perwerdekirin û ji bo vê îmkan têra xwe hene. Ji bo mirov xwe li mamostetiyê bigirin divê mûçeyekî wan ê maqûl hebe. Li aliyê din ragihandin jî divê ji bo mamostetiyê mirovan dahf bide.

Ya diduyan jî nûçeya çend roj berê rojnameya Agosê weşandiye. Rojnameyê nûçeya xwe spartiye hinek sazî û dezgehên Ermenî û Suryaniyan. Li gorî nûçeyê hêzên YPG’ê li Hesekê dest datînin ser mal û milkên Xiristiyanan, zarokên wan bi zorê dibin eskeriyê û nahêlin bi zimanê xwe perwerde bibin. Me ji rayedarên rêveberiyê pirsî ka mesele çi ye. Ji me re gotin, bi temamî nûçe derew e. Me fêhm kir ku nûçe derew e. Lê me xwest em fêhm bikin çima nûçeyek bi vî rengî hatiye belavkirin. Quwatên Sûriya Demokratîk li Başûrê Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operayoneke mezin kirine. Di operasyonê de materyalên perwerdeyê yên çeteyan bi dest ketin û ev materyal bi Tirkî ne. Ya din, di heman rojan de çeteyên DAIŞ’ê 37 Xiristiyanên girtibûn berdan. Piştî van agahiyan hinek nuqteyên din hene divê em îşaret pê bikin.

Di desthilatdariya rejîmê de ji bilî Kurdan hindikayî û etnîsîteyên din karîbûne bi zimanê xwe perwerde bibin. Herweha ji gelek destketiyên desthilatiyê jî sûd wergirtine. Lê Kurd bê nasname hatine hiştin û heta beşek ji wan weke ecnebî û mektûm (kesên biyanî û bêqeyd) hatine qebûlkirin. Di çarçoveya kembera Erebî de erdên wan ji wan hatine stendin, Ereb di nava wan de hatine bicihkirin. Kurd bi polîtîkayên taybet birçî û xizan hatine hiştin. Niha jî em dibînin qesr û qusûr, mezrea û deverên herî xweş ên Ereban, Elewiyan, Suryanî û Ermeniyan e. Hindikayî û qewmên em behsa wan dikin ji bo mafên Kurdan xwe nelivandine.

Baş e, em li rewşa îro vedigerin. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê xwe di çarçoveya Neteweya Demokratîk de saz dike. Di nava rêveberiyê de tevahî qewm û bawerî cih digirin. Lê beşek ji qewm û baweriyên bi destê rejîmê kedî bûne, bêriya rejîmê dikin. Loma naxwazin bacê (derîbe) bidin û naxwazin zarokên xwe bişînin eskeriyê. Di ser de jî malê xwe hiştine û çûne Ewropayê. Zarokên xelkê li dijî DAIŞ’ê şer dikin û can didin. Yanî feqîrê şer bikin, can bidin û dîsa feqîr bimînin. Ji bo Xwedê ma ev dibe. Rêveberî guftûgo dike û dixwaze kesên mal û milkê xwe hiştine û çûne, malê wan bide kesên li derve mane. Ha ji bo vê qiyametê radikin. Li derve ne, dixwazin malê wan jî were parastin. Bi hezaran kes bê cih û war in, deriyê xaniyên wan jî kilîtkirî ne.

Eger li welatekî mafê mirovan, mafê ferd û jiyanê were parastin, divê kesên li wî welatî jî erka xwe ya di vî warî de pêk bînin. Bi peymanên mafê mirovan ên navneteweyî jî ev hatine destnîşankirin. Ji bo parastina welatekî pêdivî bi erka xweparastinê heye, ji bo perwerde û mafên civakî pêdivî bi aboriyê heye. Ji bo welatekî jiyan lê bibe, demokrasî lê bimeşe, divê mirovên wî welatî dest bidin hev. Nabe ku welatiyek bibêje, ez hem ne bi we re me, hem jî ez ê li ser vî erdî çawa bixwazim bimînim. Divê xeta di navbera mafên ferd û civakê de baş bê danîn. Lema hasasiyetên rêveberiyê ji bo hinek mijarên qewm û etnîsîteyan jî bêmane ye. Ya rast, divê qewm û baweriyên din ên li Rojava, ji Kurdan zêdetir li Neteweya Demokratîk xwedî derkevin. Bi vê sîstemê mafên wan û yên hemûyan tê misogerkirin. Bi qasî ku ez dibînim, Suryanî û Ermeniyan ji serhatiyên dîrokî, ji ezmûnên neteweperestiyê baş ders dernexistine û dîrok baş nexwendine. Her kes divê dîrokê rast bixwîne û di siberojeke aza-demokratîk de cih bigire. Naxwe jiyanê biherime, û mîna li gelek welatan bûyî sîstemeke daişwarî were ferzkirin.