Rapora PE ya li ser Tirkiyeyê: Divê hevdîtinên bi PKK'ê re ji nû ve destpê bikin
Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya li ser pêşketina Tirkiyeyê bi derengî aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin, ku azadiya ramanê li Tirkiyeyê bêhtir qels bûye.

Komîsyona Ewropayê ku organa rêvebirinê ya Yekîtiya Ewropayê ye, rapora xwe ya li ser pêşketina Tirkiyeyê aşkera kir û got, "Hikûmeta piştî hilbijartinên giştî yên 1'ê mijdarê bê avakirin, pêwîste bersivê bide van karên sereke yên lezgîn."
'DIVÊ HEVDÎTINÊN BI PKK'Ê RE JI NÛ VE DESTPÊ BIKIN'
Komîsyona Ewropayê da xuyakirin ku dewleta Tirk li dijî PKK'ê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û da zanîn, ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li ber nuqteya sekinandinê ye. Di raporê de hat gotin, "Divê hevdîtinên aştiyê ji nû ve werin destpêkirin."
Di raporê de bal hat kişandin ser êrîşên bombeyî yên li Enereyê û hat xwestin, ku lêpirsîna li ser bûyerê bi lez û vekirî bê meşandin.
BAL HAT KIŞANDIN SER BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ÊN LI KURDISTANÊ
Di raporê de hat ragihandin ku binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên Kurdan ji meha Tîrmehê û vir ve zêde bûn, rê li ber endîşeyan vekirine û hat gotin, "Azadiya ramanê, piştî pêşdeçûna çend salan, di nava du salên dawî de di asteke girîng de qels bûye."
Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser dozên li hemberî rojnamevan, nivîskar û bikarhênerên medya civakî. Komîsyonê da zanîn ku ev doz, azadiya ramanê qels dikin û da xuyakirin, ku qanûna înternetê ya nû ya li Tirkiyeyê, li standartên Ewropayê nayê.
Rapora Yekîtiya Ewropayê, bi hinceta hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê aşkerakirina wê hatibû taloqkirin. Lê belê ev taloqkirin rastî nerazîbûnan hatibû û hatibû ragihandin ku ev yek di encama lihevkirineke bi desthilatdariay Erdogan re hatiye kirin.