Heyeta Îmraliyê hişyarî da AKP'ê: Rêya hûn tê de dimeşin rêya kaos û şer e
Ji Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Ji Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Heyeta Îmraliyê, der barê Pêvajoya Çareseriyê û konsepta şer a AKP'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Heyetê destnîşan kir, ku aştî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan dikare were û xwest, Mutabaqata Dolmabahçeyê bê dîtin. Heyetê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û ev hişyarî da AKP'ê; "Rêya hûn tê de dimeşin, kaos û şer e, êş, barîna xwîn û rondikên çavan e."
Ji Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Onder di civîna çapemeniyê ya li Salona Civînê ya Koma HDP'ê ya Meclîsê de, mirovên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî û got, "Di her demên beriya rewşên krîtîk de me bi hişyariyên dîrokî re raya giştî agahdar kirin. Ev civîna me ya pêncemîn e. Di rewşa heyî de gemariyeke mezin a agahiyan heye."
XUSÛSÊN BINGEHÎN ÊN PÊVAJOYÊ
Daxuyaniya heyetê ji aliyê Onder ve hat xwendin.
Onder got, "Xebatên Pêngava Çareseriyê, ku ji bo pêkhatina aştiya mayînde li welatê me û herêma me hat destpêkirin û heyeta me jî di nav de cih girt, li pêş çavên tevahiya raya giştî, zêdeyî 7 meh in hatiye asê û astengkirin. Hemû hişyarî û daxuyaniyên heyeta me yên di nava van 7 mehan de hatin kirin, ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn. Di hemû hişyariyan de me bi taybetî destnîşan kiribûn, ku pêşîgirtina li windahiya jiyana mirovan a ku destketiya herî mezin a Pêvajoya Çareseriyê ye, ji hemû hesabên hilbijartin û desthilatdariyê hêjatir e û eger rast bê nirxandin, rewşa bêçalakîtiyê dikare bi aştiyeke demokratîk bê tacîdarkirin. Dîsa ji aliyê heyeta me ve gelek caran hatibû bilêvkirin, ku xusûsa bingehîn a divê were kirin; nîşandana hurmetê ji bo ruhê Pêvajoya Çareseriyê û di mijarên bingehîn ên Pêvajoya Çareseriyê li ser hatiye rûniştandin û birêvebirin de, nêzîkatî û tevgereke bi wêrekî bê nîşandan."
Onder li ser xusûsên bingehîn ên pêvajoyê de got, "Polîtîkayên bingehîn ên pêşî li siyaseta demokratîk vekin û pêkanîna sererastkirinên qanûnî yên li gorî van polîtîkayan; dijminatiya li pêvajoyên rêveberiya Kurdan a bi gelên bindest ên bi hev re dijîn, ku bi taybetî li Rojava şênber bûye, bê terikandin."
Onder bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li van her du serenavên bingehîn û da zanîn, ku AKP'ê ji bo qedandina siyaseta demokratîk dest bi êrîşan kiriye.
'KONSEPTA ÊRÎŞÊ JI ALIYÊ ERDOGAN Û AKP'Ê VE HAT AFIRANDIN'
Onder ev xal destnîşan kir:
"Heman beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, konsepta êrîşan a ji navçeya Agirî Giyadînê destpê kir û xwe gihand Meydana Stasyonê ya Amedê, ji bo HDP li binê bendê bê hiştin ji aliyê AKP'ê ve weke êrîşên li dijî exlaq û mirovahiyê hat afirandin. Me ev yek gelek caran bi raya giştî re parve kiribûn. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî; pûçkirina vîna gel a derket holê, bêkar û bêbandor hiştina parlamentê, ji Pirsûsê heta Enqereyê komkujiyên li dijî mirovahiyê yên li hemberî çalakiyên demokratîk hatin kirin, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hewldanên ji bo ragirtina HDP'ê li girtîgehan, ji Cizîrê heta Liceyê, ji Farqînê heta Geverê bi komkujiyan re cezakirina gelê sivîl ê deng dane HDP'ê, ji heqareta li cenazeyan heta xerakirina goristanan êrîşên li hemberî nirxên pîroz, di serî de êrîşa li dijî navenda me ya giştî êrîşên li hemberî zêdeyî 400 buroyên partiyê, şewitandina mal û kargehên endamên partiyê, kurteberiya helwesta AKP'ê ya di pêvajoya derbasbûyîn de ye. Em careke din dixwazin li vê derê bêjin ku ev konsepta êrîşê, bi gotinên hedefnîşandanê yên Erdogan û hikûmeta AKP'ê re, ji aliyê saziyên dewletê ve di çarçoveya planên profesyonel de hatiye afirandin.
'AKP DIJMINATIYÊ LI ROJAVA DIKE'
Di mijara Rojava de; ji pêvajoya têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê ya bi berxwedaneke destanî heta roja îro, polîtîkaya dijminane ya li dijî PYD, YPG, YPJ û vîna gelên Rojava tê meşandin, ji aliyê tevahiya raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn. Ji manşetên medya alîgir a ku PYD'ê ji DAIŞ'ê xeteretir pênase kirin heta êrîşên fiîlî yên li hemberî çeperên YPG'ê yên li Til Ebyadê, heta parastina Cerablûs a di bin kontrola DAIŞ'ê de ye, di şexsê Azîz Guler de heta helwesta dijminane ya li hemberî cenazeyên şervanên Rojava, mixabin hikûmeta AKP'ê heta roja îro şaşîtî li ser şaşîtiyan kiriye û hînê van şaşîtiyên xwe didomîne. AKP, hêza ku bi ruhê Eşme tirba xwe radestî wê kiriye, li ber deriyan digere ku weke rêxistina terorê bide qebûlkirin û vê lêgerîn û tengezariya xwe heta roja îro didomîne."
'LI SER NAVÊ OCALAN LÎSTIKÊN DEREW ÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊN LÎSTIN'
Onder bal kişand ser israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û girîngiya Mutabaqa Dolmabahçeyê û got, "Mutabaqata Dolmabahçeyê û israra Birêz Ocalan a ji bo aştiyê ku ev mutabaqat afirand, weke sîgortaya pêşeroja me ya demokratîk, hîngê bi hemû girîngî û fezîleta xwe di qeydên dîrokî de cih xwe digire. Em dixwazin careke din bi raya giştî re parve bikin, ku hemû nêzîkatiyên neyînî yên li hundir û derve hindik maye welêt di zinêr de wer bikin, bi redkirina Mutabaqata Dolmabaheçyeê, bi konsepta tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan ku di rewşa Rêbertiya Aştiyê de ye, destpê kirine."
Onder da xuyakirin, ku AKP'ê qîma xwe bi vê tecrîda li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqê neaniye, di ser re rabûye bi derfetên çapemeniya di bin kontrola xwe de ye, li ser navê Ocalan lîstikên derew ên şerê psîkolojîk, lîstiye.
'TECRÎD WEKE ARGUMANA ŞANTAJ Û TECRÎDÊ TÊ BIKARANÎN'
Onder bi vî rengî dewam kir:
"Helwesta redkirina Mutabaqatê ku bi Erdogan re destpê kir, ji rayedarên hikûmetê yên li Dolmabahçeyê li pêşberî me rûniştin xwe gihand Serokwezîr û dîmenê bi wêne û qeydan li naverastê ye, bi şêweyekî li derveyî aqil, li pêş çavên tevahiya cîhanê hatiye redkirin. Her wiha konsepta tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan, mîna ku rayedarê AKP'yî li xwe mukur tên, weke argumaneke bazariyê û şantajê ya qirêt zêdeyî 7 meh in tê domandin û vê yekê zerareke mayînde daye pêşeroja me ya hevpar û aştiyê. Em gelekî li ber xwe dikevin ku vê yekê bibîr tînin; lê belê divê em bînin bîra civakê, ku ji ber van pêkanînan bi sedan mirovên me (leşker, polîs, gerîla, sivîl) jiyana xwe ji dest dane. Yanî eger aştî weke mijara sereke bihata dîtin, li şûna mirinên bi hesaban eger qîmet ji jiyana pîroz re bihata dayîn, wê ev canên me niha di nava me de bûna, li cem me bûna, yanî wê li cihê diviyabû lê bûna.
'LI MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ VEGERIN, BI DESTÊ AŞTIYÊ YÊ OCALAN BIGIRIN'
Em di wê baweriyê de ne, ku ji bo pêşî li giranbûna vê fatûreyê bê girtin, ji bo ji kaoseke maliyeteke giran bê vegerandin, divê rêyek were dîtin. Raya giştî ya berpirsyar jî dibêje ku ev rê; ne polîtîkayên şer û daxuyaniyên bêberpirsyar ên hikûmetê û Serokkomar in, ev rê; muzakereyên bi mercên wekhev û rûmet e. Ji ber vê yekê, em dixwazin destnîşan bikin ku divê hikûmet û dewlet vîna xwe nede ser hejmara sortiyên balafirên şer, pêwîst e li rûpelên demokrasiyê yên Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin. Her wiha, li şûna tilî biçin ser tetîkê ji bo 'tinekirina gerîlayê dawî' ku 30 sal in bi awayekî bê wate tê kirin, divê ew dest ber bi destê aştiyê yê Birêz Ocalan ve biçe, ku Birêz Ocalan ji aliyê wan gerîlayan ve weke sermuzakerevan tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, li şûna quretiya ferzker a ku di çarçoveya teslîmbûn-teslîmgirtinê de ev 40 sal in tê ceribandin û ji bilî fatûreyeke giran a bi êş tiştek bi xwe re neaniye, pêwîste li ser hembêzkirineke bi rûmet, sekneke însanî û bi berpirsyarî were nîşandan. Ev sekin bi xwe dikare gelek tiştan biguherîne."
HIŞYARIYA 'ŞER Û KAOSÊ' LI AKP'Ê HAT KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de Onder got, "Em dixwazin hikûmeta AKP'ê, ku xuyaye bi jehra hêza desthilatdariyê ya ku bi gef û şantajê bi dest xist ketiye û zîhniyeta dewletê ya di bin fermana wê de ye, careke din hişyar bikin:
Rêya hûn tê de dimeşin, kaos û şer e, êş, barîna xwîn û rondikên çavan e. Demek ji ya din zûtir vegera ji vê rê, ji bo welatê me û gelên me xêr û bêr e. Eger veger ji vê rê bê kirin, ne zehmet e ku deriyekî nû ji bo welatê me û herêma me bê vekirin. Li gorî paşerojê, di ser pêvajoya civakî re bê xwendin, wê ev yek gelekî hêsantir bibe. Mifteya deriyê aştiyê veke li Îmraliyê ye, li ser maseya xebatê ya Birêz Ocalan e. Divê neyê ji bîr kirin ku ew mifte ne bi tecrîdê, bi cidiyet, bi berpirsyarî û hurmetê re dikare were bidestxistin. Dîroka me ya dema nêz nîşan daye ku şerê ji aliyê gel ve were ferzkirin, wê di nava gel de rê li ber berxwedanê veke. Li hemberî berxwedana gel jî, şerê ku dewlet dimeşîne, dîsa li gorî bi hezaran mînakên di herikîna dîrokê de hatiye dîtin, çi zû çi jî dereng mehkûmî têkçûnê ye. Dewleta ku li hemberî gelê xwe şer dike nikare demokratîk bibe. Dewleta ku bi gelê xwe re li hev dike dikare demokratîk bibe û dîrokê bi rê ve bibe. Em hêvîdarin ku wê ev hişyariyên me bên dîtin û bihîstin."
BANGA LI DERDORÊN AŞTIYÊ YÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ
Onder da xuyakirin ku hem weke partî, hem jî weke heyetê, ji bo pêşeroja demokratîk û vîna aştiyê, ew ê li hemberî her şêwe zextan helwesta xwe ya serînetewandinê bidomînin û ev bang kir: "Tevî hemû êrîşên mezin ên li hemberî aştîxwazan jî, em bang li hemû derdorên aştiyê yên neteweyî û navneteweyî dikin, ku hewldanên ji bo rakirina zemîna şer, mezin bikin."