Tûncel: Ji bo dengê Ocalan bê bihîstin, tecrîdê rakin

Sebahat Tûncel diyar kir ku nûçeyên li ser navê Ocalan tên weşandin, nîşaneya tengezariyê ne û got, "Eger pêwîstiya dewletê bi nêrînên Ocalan heye, hingî ya divê were kirin ne manîpulasyon e. Bila dengê Ocalan bide bihîstin."

Sebahat Tûncel da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşaneya polîtîkaya şer û neçareseriyê ya hikûmeta AKP'ê ye û destnîşan kir ku AKP û rayedarên wê nikarin biryarê bidin ku mûxatabên pirsgirêka Kurd kî ne.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel, tecrîda taybet a li Girava Îmraliyê, lêgerîna AKP'ê ya li mûxatabiya pirsgirêka Kurd û nûçeyên manîpulasyonê yên li ser Ocalan tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Tûncel diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşaneya polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê ye û da zanîn ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ketiye nava hewldanên mezin. Tûncel got, "Hikûmet AKP'ê, di şexsê Serokkomar de got 'mase nîne, alî nîne' û polîtîkayên şer xist meriyetê. Tevî bêhiqûqiya 16 sal in tê meşandin, dewamiya vê helwesta Birêz Ocalan, ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Lê belê ev 6 meh in ti hevdîtin nayên kirin. Ev demeke dirêj e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Îzolasyoneke cidî heye. Rewşeke bê qebûlkirin nîne. Ya ku divê were kirin, ne tenê rakirina mercên tecrîdê ye; ji bo ji holê rakirina şer azadkirina Birêz Ocalan e. Eger wê bi awayekî rasteqîn aştî bê kirin, ya ku divê were kirin ev e."

Tûncel gotin rayedarên AKP'ê yên dibêjin 'Wê di pêvajoya çareseriyê de HDP û Ocalan mûxatab neyên girtin' nirxand û destnîşan kir ku ev biryar ne di destê AKP'ê û rayedarên wê de ne. Tûncel got, "Ev çil sal in gelek li ber xwe dide. Birêz Ocalan Rêberê vî gelî ye. Bi mîlyonan mirovan gotin ku Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye û di vî warî de îmze hatin berhevkirin. Ev yek hat ragihandin. Mijara mûxatabiyê ji aliyê gel ve hatiye diyarkirin.

Daxuyaniyeke berê ya Birêz Ocalan hebû. Digot, 'Ez li mûxatabekî digerim. Wê were dîtin an neyê dîtin?' Divê mirov ji vê derê li mijarê binêrin. Mûxatabê ku Birêz Ocalan lê digere, wê AKP be yan na? Girîng e bersiva vê were dayîn. Ev gotina ku AKP dibêje, gotineke ku siyaseta neçareseriyê nîşan dide, ye. Ew bi xwe jî gelekî baş dizanin ku ji bilî Birêz Ocalan ti mûxatab nîne. Gelê Kurd û KCK'ê jî gelek caran dan xuyakirin ku Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye. Yalçin Akdogan jî, Serokkomar Tayyîp Erdogan jî baş dizanin, ku mûxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Pirsgirêka bingehîn, reva dewletê ji vîna çareseriyê û mûxatapbûyînê ye. Pirsgirêk ne tinebûna mûxataban e."

'MANÎPULASYONÊ NEKIN, TÊKILIYA WÎ BI GELAN RE DEYNE'

Tûncel da xuyakirin ku çêkirina nûçeyan li ser navê Ocalan, nîşaneya tengezariyê ye û anî ziman ku gel siyaseta neçareseriyê ya AKP'ê erê nake. Tûncel got, "Dibe ku AKP bi tena serê xwe bûye desthilatdar, lê belê di mijara demokrasî û azadiyê de gel zextê li hikûmetê dikin. Gotinên 'destûra bingehîn a nû', 'yekîtiya mîllî û biratiyê' kirasên li daxwazên civakê yên ji bo bidawîbûna şer, tê kirin e. Ji ber vê yekê bi gotinên 'li ser navê Birêz Ocalan' re serê civakê tevlîhev dike. Ev mijar û rewş zelal e. Rê li ber vekin ku heyetên serbixwe bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Wê tevahiya raya giştî hingî bibihîze ku çi dibêje. Endamên çapemeniyê jî dikarin bibin. Hingî wê derkeve holê ku îdîayên li ser navê Birêz Ocalan tên kirin, rast in an na.

Heyeta me gelek caran çû giravê û civîn pêk anî, pêvajo nirxand. Di van civîn û nirxandinan de Birêz Ocalan polîtîkayên HDP'ê û partiyên din ên siyasî rexne kiriye. Ev pêkane, lê belê divê raya giştî yekser jê bibihîze. Ji bo civak bi rastî were agahdarkirin, pêwîstî bi afirandina rê û rêbazên ku Birêz Ocalan yekser dengê xwe bigihîne civakê heye. Eger pêwîstiya dewletê bi nêrînên Ocalan heye, hingî ya divê were kirin ne manîpulasyon e. Bila dengê Ocalan bide bihîstin. Ev yek ji bo demokrasiyê destketiyeke."