“Em cenazeyê Azîz Guler dixwazin, em ê werbigirin”

Ji bo Azîz Guler ê 50 roj in cenazeyê wî nadin malbatê li pêşiya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçe Stenbol komekê çalakî li dar xist, rê li çûn û hatinê girt û pankart vekir.

Cenazeyê Azîz Guler ê 21’ê Îlonê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da 50 roj in nadin malbatê, cenaze li morga Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê ye.

Ji ber tevî hemû hewldanên malbat û hevalên wî ku destûr nayê dayîn cenazeyê Guler bînin xaka lê ji dayik bûye, li Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin. Ji bo Azîz Guler ê 50 roj in cenazeyê wî nadin malbatê li pêşiya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçe Stenbol komekê ji 9 kesan çalakî li dar xist rê li çûn û hatinê girt û pankarta , “Em cenazeyê Azîz Guler dixwazin em ê werbigirin” vekir.

Polîsên li ber ofîsa xebatê ya Serokwezîrtiyê êrîşî komê kirin. Di navbera polîsên ku xwestin pankartê bigirin û komê de aloziyek demkurt rû da. Polîsan çalakvanan binçav kirin û birin navenda polîsan.