YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di encama operasyona hêzên wan a li dijî çeteyan de 2 ji wan serçete bi giştî 4 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di encama operasyona hêzên wan a li dijî çeteyan de 2 ji wan serçete bi giştî 4 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Kobanê û Girê Spî bi topan êrîşî gundan kirine û êrîşên artêşa Tirk jî didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Di 9’ê Mijdarê de hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku amadekariya êrîşekê dikirin operasyonek li dar xistin. Di operasyona ku li hemberî gundê Sebî Zilam a dikeve qûntarê Çiyayê Kizwanan de maşîneyek çeteyan hate rûxandin. Di vê qadê de tevî 2 serçeteyên bi navê Ebû Omer û Ebû Yusuf bi giştî 4 çete hatin kuştin.

9’ê Mijdarê di navbera saetên 02.00 û 03.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajaroka Şêxlera Jorîn a giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek li dar xistin.

9’ê Mijdarê di navbera saetên 03.00 û 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Kuneftar a dikeve rojhilatê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek li dar xistin.

Êrîşên arteşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

9’ê Mijdarê di navbera saetên 03.00 û 04.00’an de arteşa Tirk li dijî nuqteya Zeytûnan a dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên giran a A-4 êrîşek li dar xistin.

Xebatên hêzên me yên paqijkirina mayînan a li qûntarên bakur a Çiyayê Kizwanan berdewam dikin. Hêzên me di herêma Til Magar de gelek mayinên ku çeteyan di qadên sivîlan de berê bi cih kiribûn bêbandor kirin.”