Endamên KJA ber bi Farqînê ve bi rê ketin

Heyeta jinan a di pêşengiya hevparên KJA yên Amedê de hatin gel hev, ber bi Farqînê ve ketin rê.

Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja 8. de didome. Li navçeyê duh du ciwan ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin.

Heyeteke jinan a di pêşengiya hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) a Amedê de, ber bi Farqîna ku rewşa awarte ket roja 8. de bi rê ketin. Jinên li ber avahiya DBP’ê ya Amedê kom bûn, diyar kirin ku ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Farqînê û piştgiriyê bidin berxwedana gel diçin Farqînê û wê li navçeyê lêkolînan bikin.