ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo îfadedayinê bang li Kerestecîoglû ya HDP’î hate kirin
Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê hate xwestin. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Erîvanê hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn. -
TŞYG: Berxwedana 14'ê Tîrmehê banga şerkirin û serketinê ye
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê, çavkaniya hêz û giyana serketinê ye. -
Rojeva civîna UNESCO: Sûr a hat bombekirin
Aktîvîstê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga, ku beşdarî civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO dibe, li ser naveroka civîna li Navenda Kongreyê ya Stenbolê ji ANF'ê re axivî. -
Li Brukselê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek hat lidarxistin. -
Li Freîbûrgê çalakiya ji bo Teroyan
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, li dijî kampa ku hikûmeta AKP'ê li gundê Teroyan ê Pazarcixê çêdike û dixwaze çeteyan lê bi cih bike, çalakiya protestoyî hat lidarxistin. -
MŞD: Di salvegera 2. a fermanê de em dengê xwe bi xurtî bidin bihîstin
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi wesîleya 2. salvegera fermana 73'an a Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan kir. -
Demîrtaş: AKP/Qesr têk diçin, gelê Kurd bi ser dikeve
Demîrtaş diyar kir, ew ê li dijî planên qeyûm ên AKP'ê bi xurtî li ber xwe bidin û di vî warî de bang li gel kir. Demîrtaş her wiha ragihand, AKP/Qesr ên serî li êrîşên qirkirinê dane têk çûne û destnîşan kir, gelê Kurd bi ser ketiye. -
Li Gavle, Marsîlya û Rotterdamê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Gavle yê Swêdê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Rotterdam ê Hollandayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Stenbolê 2 kes hatin girtin
Bager Abdûllah Turkan û Serhat Goregen ên ku li Stenbolê hatin binçavkirin hatin girtin. -
Li Amsterdam û Baselê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û Basel ê Swîsreyê qetlîamên dewleta Tirk ên ku li Kurdistanê kirine hatin protestokirin. -
Çomak piştî 22 salan bi êşkenceker re hevrû bû
Îlhan Çomak ê dema xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû hatibû girtin û 22 sal in girtî ye, piştî salan bi polîsên êşkenceker Ûmût Karabay û Yuksel Ateşoglû re hevrû bû. -
Elmanya ji ber qirkirina Herero-Nama wê lêborîna xwe bixwaze
Hate ragihandin Elmanya ji ber ku di salên 1904-1908’an komkujî bi ser gelên Herero û Nama de anîbû û beriya niha jî ev nas kiribû, xwe amade dike ku lêborîna xwe bixwaze. -
Di Sendîkaya Ûnîte de civîna bi mijara Kurd
Di çarçoveya konferansa asayî ya salane ya yek ji Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Sendîkeya Ûnîte, civînekî taybet ku bi mijara Kurd hate lidarxistin. Di civînê de banga bilindkirina piştgiriya bi gelê Kurd re hate kirin. -
TŞYG’ê li Dersîm, Hatay û Dîlokê çalakî li dar xistin
Mîlîtanên TŞYG’ê li Dersîm, Hatay û Dîlokê çalakî li dar xistin, her wiha leşkerek jî kuştin. -
Însiyatîfên Jin û Ciwanên Şoreşger, bîlançoya meha Hezîranê eşkere kirin
Însiyatîfên Jin û Ciwanên Şoreşger, bîlançoya meha Hezîranê ya çalakiyên li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Edeneyê eşkere kir. -
Ji bo azadiya Ocalan li Lubnanê kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Li Lubnanê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan kampanya îmzeyan hat destpêkirin. -
Şandeya Şengalê li Çelyabîsnkê bi Êzidiyan re rûnişt
Şandeya Şengalê ku bi mebesta rêze civînan pêk bîne hat Rûsyayê, seriyek da Yekîtiya Êzidiyên Çelyabîsnkê. Di civînê de banga yekîtî û piştgiriyê hat kirin. -
Bahoz Erdal: Ez li ser karê xwe me
Ji Fermandarên HPG'ê Dr. Bahoz Erdal, ku medya Tirk der heqê wî de nûçeya 'hatiye kuştin' weşand, diyar kir ku nûçeyên têkildarî wî hatine weşandin derew in û ew li ser karê xwe ye. -
Li Elmanya '9 malbatên xwişk û bira'
Li Peîne ya Elmanya di civîna gel de bangawazî hate kirin ku li pişt gelê Bakurê Kurdistanê bin. Di dawiya civînê de 9 'malbatên xwişk û bira' hatin diyarkirin. -
Li Kanada û Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Çalakiyên konên agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dewam kirin. -
Li asîmanê Hollanda çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’
Li bajarê Rotterdam ê Hollanda û bajarê Basel ê Swîsreyê, bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Ji bo îfadeyê bide bang li Parlamenterê HDP’ê Encu hate kirin
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Hezexê ji ber sedemê parvekirinên li ser hesabê Twîtterê hatî destpêkirin, banga îfadedayinê li Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu hate kirin. -
Demîrtaş: Em ê serî li ber qetlîam, qeyûm, destlênedanan daneynin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe xwînê dirijîne. Demîrtaş destnîşan kir ku wê serî li ber qetlîam, qeyûm, rakirina destlênedanan daneynin. -
Ciwanên daxwaza edaletê kirin hatin binçavkirin
Endamên SGDF'ê neheqûqiya Dosyaya Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî wan kirin û bi lêdanê ew binçav kirin.