Rojeva civîna UNESCO: Sûr a hat bombekirin
Aktîvîstê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga, ku beşdarî civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO dibe, li ser naveroka civîna li Navenda Kongreyê ya Stenbolê ji ANF'ê re axivî.
Aktîvîstê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga, ku beşdarî civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO dibe, li ser naveroka civîna li Navenda Kongreyê ya Stenbolê ji ANF'ê re axivî.
Di civîna 40. a Komîteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO de, navçeya Amed Sûr bû rojeva bingehîn. Aktîvîstê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga, ku beşdarî vê civînê dibe, li ser naveroka civîna li Navenda Kongreyê ya Stenbolê ji ANF'ê re axivî.
Ayboga diyar kir, ji Kurdistanê heyetek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Qada Peysajê ya Çandî ya Keleha Amedê û Bexçeyên Hewselê beşdarî civînê bûne û got, "Komîteya Mîrateyên Cîhanê her sal, biryarê li ser parastina qadên nû yên mîrateyên cîhanê digire. Komîte li ser raporên têkildarî van herêman hatine amadekirin, disekine. Li Tirkiyeyê 15 nirxên Mîrateyên Cîhanê hene. 2 ji van li Kurdistanê ne, yên din li bajarên cuda yên Tirkiyeyê ne. Yê li Kurdistanê jî Keleha Amedê û Nemrûd e."
SÛR ROJEVA BINGEHÎN E
Ayboga ragihand, di rojeva bingehîn a civîna îsal de Sûr heye û got, "Mebest ji Sûrê, Keleha Amedê, Bexçeyên Hewselê û nava Sûrê ye. Ev der par weke Qada Mîrateya Cîhanê hat qebûlkirin û me ev yek weke serketineke mezin qebûl kiribûn. Niha li Sûrê şer destpê kir û hema bêjin nîvê wê xera bû. Wezareta Çandê bi xemsarî nêzî vê rewşê bû. Rêveberiya herêmê rapor li ser rewşê amade kir. Di dawiya salê de ev rapor yekser Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO re hat şandin. Piştre hêdî hêdî hat dîtin."
UNESCO WÊ TÊKILDARÎ SÛRÊ BIRYARÊ BIDE
Ercan Ayboga da zanîn, ku rojeva bingehîn a Konferansê Sûr e, lewma wê UNESCO li ser vê mijarê biryarê bide û got, "UNESCO ji bo sekinandina texrîbatê wê biryaran bide. Her wiha me jî xwest heyetek ji Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO biçe Sûrê û lêkolînan bike. Li hemberî vê daxwaza me Wezareta Çandê dibêje 'herêm niha xetere ye, hûn nikarin biçin. Em nikarin we biparêzin'. Endamên Komîteya UNESCO jî dibêjin her roj li Tirkiyeyê bombe diteqin, ditirsin, lewma nikarin israr bikin. Lê em zextê li wan dikin. Em dibêjin, demek ji ya din zûtir derewên rayedarên Tirk li cih bi çavên xwe bibînin. Me daxwaza xwe bi nivîskî pêşkêş kir û ji UNESCO xwest, derhal biçe Amedê."
Ayboga li ser mijara Heskîfê jî ku xwedî 9 ji 10 pîvanên UNESCO ye, da xuyakirin, ku ew dixwazin bixin rojevê, lê belê ji ber ku Wezareta Çandê serlêdanê nake, nikarin bi rengekî fermî vê bixin rojeve.