Demîrtaş diyar kir, ew ê li dijî planên qeyûm ên AKP'ê bi xurtî li ber xwe bidin û di vî warî de bang li gel kir. Demîrtaş her wiha ragihand, AKP/Qesr ên serî li êrîşên qirkirinê dane têk çûne û destnîşan kir, gelê Kurd bi ser ketiye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, mijarê di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.
Têkildarî 'şîrketa' bi navê SADAT a li Licê di dema operasyona tinekirinê de hewl da 34 gundiyan bi saxî bişewitîne û bi vî rengî navê xwe da bihîstin, Demîrtaş got, SADAT yekser bi Qesrê ve girêdayî ye.
Demîrtaş da xuyakirin, rêxistinbûyînên kontra yên li Kurdistanê, ne tenê SADAT e û got, "AKP'ê di nava tevgera taybet a emniyetê, MÎT û jendermeyan, yekîne û tîmên ji aliyê îdeolojîk ve pê ve girêdayî, xwedî mejiyê cîhadî û ne kêmî DAIŞ'ê, afirand." Demîrtaş, der barê sûîqestên siyasî de hişyarî da û ji hemû derdoran xwest, xwe biparêzin.
QEYYÛM
Li ser gefa bi rêya qeyûm li şaredariyan tên xwarin Demîrtaş got, "Şaredarî di fermiyetê de bi partiya me ve girêdayî nînin. Lê belê DBP yek ji pêkhateyên HDP'ê ye. Lewma her êrîşek li hemberî şaredariyên me, em ê weke êrîşek li dijî HDP'ê bibînin. Hemû pêkhate û rêxistinbûyînên HDP'ê wê li dijî qeyûman bikevin nava tevgerê. Bi mehan e em hêza xwe di vê mijarê de bi rêxistin dikin. Eger parlamenterekî me bi zorê bibin, eger li şûna hevşaredareke/î me qeyûm bi cih bikin, hingî wê her şêwe berxwedana li kolanan rewa be. Em ê bi hemû hêza xwe dakevin kolanan. Wekî din, eger qeyûm bê bicihkirin, ti ji wezîfedarên şaredariyê ne mecbûr e fermanê ji qeyûm bigirin. Dikare xizmetên şaredariyê bisekinîne. Ti ji rêxistinên civakî yên sivîl, heta keya, divê bi qeyûm re nexebite. Divê qeyûm nikaribe bikeve avahiya şaredariyê. Girîng e berxwedaneke bi vî rengî were nîşandan. Şaredarî malê gel e, ne malê bavê AKP'ê ye."
DESTNEDAN
Li ser mijara destnedanê, ku hatiye rakirin û hê gaveke şênber di vî warî de nehatiye avêtin Demîrtaş got, "Tiştekî ku texmîn nedikirin, pê nizanîbûn dîtin. Ji wan hebû, ku mîna Bahçelî em ê jî hema yekser biçin îfadeyê bidin. Lê belê mîna ku min berê jî got, em li nava rêxistinên xwe yên partiyê, rêxistinên xwe yên li taxan, xebatên agahdarkirinê dimeşînin. Gel di vî warî de gelekî hesas e. Haya wan jî ji vê heye. Dibînin, eger parlamentereke/î me bi zorê bibin wê çi biqewime. Wê van hemûyan hesab bikin û li gorî wê gavê bavêjin. Em qet pêşniyara vê li wan ankin. Em dizanin ku wê darizandinek ne adîl be. Em ê bi xwe neçin îfadeyê nedin."
Der barê rewşa penaberên ji Sûriyeyê hatiye de Demîrtaş destnîşan kir, ku pêşniyara wan, naskirina statuya penaberiyê ji bo hemûyan e.
ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ Û BERXWEDAN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ser êrîşên qirkirinê û berxwedana li dijî van êrîşan ev tespît û nirxandin kir:
"Erdogan û berdevkên AKP'ê her roj radibin dibêjin wan serketinên mezin bi dest xistine. Di vir de mebesta wan çi ye? Gelo dema hemû kadroyên PKK'ê yên bi çek û bê çek bikujin wê serketî bin? Yan jî bi mîlyonan Kurdên hez ji PKK'ê dikin bikujin wê serketî bin? Yan jî dema qada siyasetê, qada dîplomatîk a navneteweyî li PKK'ê teng bikin wê serketî bin? Pîvana vê serketinê çi ye? Ti ji van armanca AKP'ê nîne. Ji ber ku dizane nikare yekê jî ji van bike. Lê hedefên bi vî rengî datîne pêşiya civakê. Mesela; mînaka Bahoz Erdal. Çend rojan nûçeyên asparagas çêkirin. Bi rêya serketinên sexte, bi rêya serketinên psîkolojîk dimeşin. Erdogan dibêje 'Me 8 hezar PKK'yî kuştine'. Lê Karayilan dibêje 'windahiyên me negihaştiye 800'î'. Xuya ye Erdogan hejmarê bi 8 qatan zêdetir dihesibîne. Ji ber ku yekane rêya dewamkirina şer, zindîhiştina xapandina 'PKK qediya, diqede' ye.
Gelo li Cizîr, Gever, Hezex, Sûr, Nisêbînê bi ser ketin? Armanca wan çi bû? Tinekirina berxwedana li xendekan li benda bû... Ji her du aliyan ve gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û pêvajoya şer bi vî rengî qediya. Lê li holê bajarên ku ji 2. Şerê Cîhanê bêhtir xera bûyî, ma. Hûn mirovên li van bajaran dijîn, xizmên wan, dost û hezkiriyên wan bihejmêrin, bi qasî 15 mîlyon Kurd in. Gelo ev bûn AKP'yî? Bûn dijberê Tevgera Azadiyê ya Kurd? Na, berevajî. Hêrsa li hemberî AKP'ê û dewletê zêdetir bû. Hîn bêhtir xwe li hev girtin. Ya ku têk çû dîsa AKP bû. Di vir de serketinek nîne. Eger hikûmetek pesnê xwe bi xirbeyê bajarên şewitandî dide, hingî li holê serketin nîne.
Em jî çûn Cizîr, Silopiya, Geverê, me fitara xwe kir. Serokkomar jî çû. Her du wêneyan bînin ber hev, bersiva 'kî bi ser ket?' di wan wêneyan de ye. Bi rengekî veşartî, fitara xwe li leşkergehê -gelo Silopiya leşkergeh e?- kir. Me li nava gel, li nava wan xirbeyan fikara xwe kirin. Lewma di vir de xuya dike, bê kê winda kiriye. AKP'ê di şer de winda kiriye, yê bi ser ketiye gelê Kurd e. Fatûre, hilweşîng iran e, lê belê di xwedîderketin û di hest de şikestin nebûye. Gel û ciwanên Kurd bi vîneke ji pola, ji nava vê pêvajoyê derketine.
Tiştekî ku êdî AKP karibe bike nema ye. Di salên 90'î de şîdet gihaşt asta herî bilind û jê pê ve tiştekî din bihata kirin nemabû; Kurd jî hîn bêhtir mezin bû û dewletê winda kiribû. Neçar mabû bi tevgera Kurd re diyalogê bike. AKP niha jî şîdetê derdixîne asta herî bilind. Ne li vir ne jî li Rojava, tiştekî karibe bike nema ye. Em hêvîdar in wê di demeke nêz de bi aqilane tevbigere û aştiya stratejîk a bi gelê Kurd re deynin pêşiya xwe."
TECRÎD
Demîrtaş bal kişand ser tecrîda şidandî ya 17 sal in li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman, ji ber ku nikarîbûn Ocalan ji bo armanc û berjewendiyên xwe qanih bikin, tecrîda li ser şidandî ye. Demîrtaş diyar kir, ti agahî li ser mijarê negihaştiye ber destê wan.