ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serfermandarê Tirk û hin payebilindên girîng dîl hatin girtin
Serfermandarê Artêşa Tirk Hûlûsî Akar û hin generalên Tirk dîl hatin girtin. -
Artêşa Tirk: Me dest danî ser rêveberiyê
Artêşa Tirk, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê dest daniye ser rêveberiyê. -
Li Navenda Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê teqîn
Li Navenda Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê teqîn pêk hat. -
‘Li Tirkiyeyê teşebûsa darbeyê’
Tê îdîakirin ku li Tirkiyeyê artêş hewl dide li dijî rêveberiyê darbeyê bike. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî bûyer wek hewldan nirxand. -
Li Stenbolê leşkeran pir li trafîkê girtin
Li Stenbolê pirên Bogazîçî û Fatîh Sûltan Mehmet ji milê Antolyayê ve li trafîkê hate girtin. Têkîldarî vê girtinê hê jî ti daxuyanî nehatine dayin. -
‘Nexweşxaneya Neteweyî’ ya li Minbicê hate rizgarkirin
Nexweşxaneya herî mezin a li Minbicê, Nexweşxaneya Neteweyî’ ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin. -
Li Hollandayê çalakiya ‘Hûrşît Kulter li kû ye?’
Ji bo Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ku piştî hate binçavkirin careke din xeber jê nehate girtin, li ber Parlamentoya Hollandayê çalakî hate lidarxistin. -
AKP’ê destûr neda bîrdariya ji bo ciwanên ku li Pirsûsê hatine qetilkirin, were danîn
Danîna bîrdariya ku li ser wê navên ciwanên SGDF’yî yên ku li Pirsûsê hatibûn kuştin hatibû lêkirin ya li Navenda Baxçeyê Kulturê yê Amara bi fermana Wezareta Karên Hundir yê dewleta Tirk hate astengkirin. -
Kankiliç: Berxwedana 14’ê Tîrmehê pergala serwer a Tirk serobino kir
Kankiliç pêvajoya berxwedanê ji ANF’ê vegot, ‘’14’ê Tîrmehê bû giyanê berxwedêriya Kurdan. Encex bi fêhmkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê raperîna Kurdan dikare were fêhmkirin.’’ -
Li Mûsilê gel û çeteyên DAÎŞ’ê şer dike
Li bajarokê Hemam Elî yê li nêzî navçeya Giyare ya girêdayî bajarê Nînorê yê Iraqê, gel serî li ber DAÎŞ’ê rakir. Mabeyan berxwedêran û çeteyan de şerên dijwar rû didin. -
NAV-DEM’ê, qetlîama li Nice şermezar kir
NAV-DEM’ê qetlîama li Nice ya Fransayê şermezar kir û sersaxî xwest. -
FEDA’yê banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kir
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) li dijî sepanînên faşîst ên AKP/Qesrê banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kir. -
Li Ewropayê bîranînên 14’ê Tîrmehê: Em bibin layiqî wan
Li Hollanda û Elmanyayê aktîvîteyên bîranînê yên ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin lidarxistin. -
KCK: AKP êrîşên DAIŞ'ê yên li Ewropayê teşwîq dike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji malbatên kesên di komkujiya hovane ya li bajarê Nice yê Fransayê jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest. -
Di şerê navbera çeteyan û hêzên rejîmê de sivîl tên qetilkirin
Li Helebê, di şerê navbera çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û hêzên rejîma Baas de de, 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Şer hê jî bi dijwarî didome. -
Meşa li Atînayê ya ji bo Ocalan di roja 2. de ye
Kurdên li Atînayê, meşa xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan dewam dikin. -
KCDK-E komkujiya li Fransayê şermezar kir
Komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê hat kirin, ji aliyê KCDK-E ve hat şermezarkirin. -
CDK-F Komkujiya Nice şermezar kir
CDK-F komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir. -
KNK'ê komkujiya li Nice bi tundî şermezar kir
KNK'ê komkujiya li Nice bi tundî şermezar kir û got, "Ev êrîş dewama êrîşên li Parîs û Brukselê ye. Ew kesên vî karî dikin, ji mirovahî û ji wijdanê bêpar in. Ew ne mirov in. Weke gelên Kurdistanê em van kesan nas dikin." -
Erdogan bi rêya Komkujiya Nice gef li Ewropayê xwar!
Erdogan di daxuyaniya xwe de bi zimanekî vekirî gef li welatên Ewropayê xwar. Erdogan ê Serokkomarê Tirk got, "Em li bendê ne, her kesên li hemberî terorê helwesta dudil nîşan didin, ji vê êrîşa dawî ya Fransa hedef girt, dersên pêwîst derxîne." -
Mejiyê AKP'ê ji komkujiya li Fransayê xweşhal e
Komkujiya li bajarê Fransa Nice qewimî, ku zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê zîhniyeta AKP/Qesrê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. -
Sariyildiz: Divê gelê me bi biryardarî li Kurdistanê bimîne
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê da û banga "Bila gelê me bi biryardarî li Kurdistanê bimîne û berxwedana xwe bidomîne" li gel kir. -
Pêşangeha Rojava ya li PE gelekî balê dikişîne
Pêşangeha wêneyan a li ser jiyan û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê, ku li Parlamenta Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê hatiye vekirin, gelekî balê dikişîne. -
Siyasetmedarê Kurd Kavak di greva birçîbûnê de ye
Siyasetmedarê Kurd Bederttîn Kavak ê li Elmanyayê girtî ye, bi armanca şermezarkirina şert û mercên giran ên tecrîdê û zextên tên kirin, ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
KCDK-E banga pîrozkirina Şoreşa Rojava kir
KCDK-E: Em bi şiyara 'Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîdeketina li mirovahiyê ye' dakevin qadan û Şoreşa Rojava pîroz bikin.