TŞYG’ê li Dersîm, Hatay û Dîlokê çalakî li dar xistin
Mîlîtanên TŞYG’ê li Dersîm, Hatay û Dîlokê çalakî li dar xistin, her wiha leşkerek jî kuştin.
Mîlîtanên TŞYG’ê li Dersîm, Hatay û Dîlokê çalakî li dar xistin, her wiha leşkerek jî kuştin.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkîldarî çalakiyên li Dersîm, Hatay û Dîlokê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Fermandariyê de ev agahî hatin parvekirin:
“13’ê Tîrmehê mîlîtanên me yên TŞYG’ê di çalakiya sûîqestê de ku li dijî qereqola Bîleç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê hate lidarxistin, leşkerek kuştin. Her wiha, mîlîtanên me bi çekên ferdî li qereqolê jî dan.
11’ê Tîrmehê saet 21.00’an mîlîtanên me li hember stasyona bazê ya girêdayî Wezareta Parastina Mîllî ya li zozana Ovacik a girêdayî navçeya Dortyol a Hatayê çalakî li dar xistin û ev stasyona bazê rûxandin.
9’ê Tîrmehê saet 14.00-18.00’an mîlîtanên me li ser rêya Hizir a navçeya Islahiye ya Dîlokê çalakiya kontrolkirina rê pêk anîne. Di vê çalakiyê de nêzî 200 wesayît hatine sekinandin, nasname hatine kontrolkirin û her wiha der heqê pêvajoyê de agahî hatine parvekirin. Dîsa, mîlîtanên me li vir kepçeyek aîdî midûriyeta rêyên bejahî jî şewitandine.”