NÛ BÛ

Li Amsterdam û Baselê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û Basel ê Swîsreyê qetlîamên dewleta Tirk ên ku li Kurdistanê kirine hatin protestokirin.

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û Basel ê Swîsreyê qetlîamên dewleta Tirk ên ku li Kurdistanê kirine hatin protestokirin.

AMSTERDAM

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê nebin şirîkên binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê, hate diyarkirin ku divê tevahî hevpeymanên bi Tirkiyeyê re werin betalkirin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ku pêwîst e ji bo demokratîkbûyina Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewropayê jî zextekê bike, her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin.

Di çalakiyê de ku belavokên Hollandî û Îngîlîzî hatin belavkirin, îmze hatin berhevkirin. Sibehê jî wê saet 14.00’an li Buersplein çalakî bidome.

15’ê Tîrmehê jî wê mîtîngek bê lidarxistin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiya ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

Çalakiya ku rastî eleqeyek mezin a Kurdistanî û dostên wan tê, wê sibehê bi mîtîngek girseyî ve bi dawî bibe.

...