Li Elmanya '9 malbatên xwişk û bira'

Li Peîne ya Elmanya di civîna gel de bangawazî hate kirin ku li pişt gelê Bakurê Kurdistanê bin. Di dawiya civînê de 9 'malbatên xwişk û bira' hatin diyarkirin.

Li bajarê Peîne yê Elmanya civîneke gel bi destê Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd (NCDK) hate organîzekirin.

Li civîna salona Wolfsbûrgê Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlîk û li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçere amade bûn.

BÎRLÎK: YÊN LI EWROPA DIJÎN DIVÊ LI PIŞT GEL BIN

Bîrlîk diyar kir, kesên ku li Ewropayê dijîn divê li pişt gelê Bakurê Kurdistanê bisekinin ku di bin êrîşên komkuj de mane. Bîrlîk bal kişande ser kampanyaya 'malbatên xwişk û bira' û got, "Li Bakurê Kurdistanê bi sedan sêwî hene. Di êrîşên dawî yên komkuj de gelek mirovên ku hatibûn kuştin zewicî bûn. Hevjînên wan, xizmên wan gelek jê hatine kuştin. Bi hezaran mal hatine rûxandin û mirov nikare bikeve wan. Çawa ku di pêvajoya Kobanê de bi rihê seferberiyê birîn hatin kewandin, ji bo bajarên weke Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê, Licê û ji bo bajarên din ên Kurdistanê ku bi destê dewleta Tirk hatine kavilkirin û şewitandin jî divê ev tişt were kirin."

KOÇER: EM RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ GEŞ Û  GUR BIKIN

Koçer wiha got: "Ev kevneşopiya ku 14'ê Tîrmehê pêk hatiye wê şoreşa Kurdistanê teqez bike. Ji bo vê jî çi hêzek bi ti awayî nikare vîna 14’ê Tîrmehê radest bigire û bişkîne. Hîç hêzek nikare li pêşiya berxwedana ku li Zindana Amedê hatî destpêkirin bigire û asteng bike. Ji bo vê jî berxwedana ku hatî destpêkirin îro di zîvîronekeke pir krîtîk re derbas dibe û mêjûyeke rewnaq dinivîsîne."

Koçer got li hemû qadan li dijî Kurdan êrîş hene û wiha pê de çû: "Eger em dixwazin pêşî li van êrîşan bigirin divê em ruhê 14’ê Tîrmehê geş û gur bikin û li gorî vî rihî bijîn û li ber xwe bidin. Ev ê ji rêya me re bibe ronkahî. A ku şoreşa Kurdistanê teqez bike ev e. A ku wê nikaribe were şikenandin jî ev rihê berxwedêr e.’’

Nêzîkî 150 kes tevlî civînê bûbûn û 9 malbat weke 'malbatên xwişk û bira' hatin diyarkirin.

...