Ji bo îfadedayinê bang li Kerestecîoglû ya HDP’î hate kirin
Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê hate xwestin.
Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê hate xwestin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku der barê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû de hatî destpêkirin, hate xwestin ku îfadeyê bide. Hat diyarkirin ku sedama îfadedayîna Kerestecîgolû ew e ku bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên li ser Cizîrê ji aliyê partiya wan ve di 4’ê Sibata 2016’an li Ataşehîr a Stenbolê çalakî hatibû lidarxistin.
Serdozgerê Komarê yê Anadolûyê, agahdarname ji bo Buroya Fermanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandibû, bi îdîaya Kerestecîoglû “Mûxalefet li yasaya meşên xwepêşandanan û civînan kiriye” banga îfadedayinê lê kir.