Demîrtaş: Em ê serî li ber qetlîam, qeyûm, destlênedanan daneynin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe xwînê dirijîne. Demîrtaş destnîşan kir ku wê serî li ber qetlîam, qeyûm, rakirina destlênedanan daneynin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de rojev nirxand.

QIRKIRINA SREBRENÎTSAYÊ

Demîrtaş bi rasthatina salvegera qirkirina Srebrenîtsa ya ku 21 sal berê li Bosnayê pêk hatibû, yên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ev gotin: “Em behsa qirkirinekê dikin ku li ber çavên tevahî cîhanê bi alîkarî û desteka NY û NATO’yê pêk hatiye. 21 sal berê li nava Ewropayê ku îdîa dikin mafên mirovan û demokrasî di asta herî bilind de ye, lîderên Sirbî bêyî jin zarok guhdar bikin qirkirinek pêk anîn. Di bin çavdêriya NY de ku ji bo dersê ji şerên cîhanê derxin hatiye damezirandin, ev qirkirin pêk hat. Di bin çavdêriya rêxistinê de ku divê Neteweyên Yekbûyî bibûya, pêk hat. Berpirs bi qismî hatin darizandin, tên darizandin, lê hê ti ezbûn jê dernexistine.”

WÊNEYÊN ŞIRNEX Û GÛERNÎKA NÎŞAN DA

Demîrtaş diyar kir ku pêkanînên hevşibî hê jî li gelek deveran dewam dike, bal kişand ser Şirnexê û dorpêç û êrîşên li ser bajêr jî şiband bûyerên di 2. Şerê Cîhanê de pêk hatine. Demîratş got; “21 roj berê li Cizîr û Şirnexê pêk hatin. Ewropa dîsa bêdeng bû. Dema ev pêk dihatin, baweriya xwe bi bêdengiya li Bosnayê anîn, ev anîn serê wan. Ji bêdengiya cîhanê cesaret girtin. Ji 81 wîlayetên welatê me, niha Şirnex hatiye tinekirin” û ji ser kursiyê jî wêneyekî Gûernîka ya Îspanyayê ku sala 1937’an hatiye kişandin û wêneyekî çend roj berê li Şirnexê hatiye kişandin nîşan da.

Demîrtaş wiha pê de çû: ‘’Dîktaroê Spanyayê got, ‘’berxwedêran xira kirin û şewitandin.’’ Hûn ji ên me bipirsin wê heman tiştî bibêjin. Me ji weşana zindî lê guhdarî kir ku ew ê li Qesrê ferman da û got, ‘’bajêr ji dûr ve bombe bikin.’’ Bajarê ku nifûsa wê 90 hezar e, ev bi mehan e ku  li derveyî bajêr di konan e dijîn. Ji vê re dibêjin, ‘’têkoşîna li dijî terorê’’ Şirnexî dizanin bê ka kê ev kiriye. Divê Qeyserî û Semsûnî jî vê bizanibin. Ev bi fermana hikûmetê bi tang û topan pêk hat. Di bin navê, ‘’têkoşîna li dijî terorê’’, sûcekî mirovahiyê ye ku jîgeheke sivîl bi hêzên leşkerî kavil bikin û bişewitînin. Nêzî 1200 sivîl hatin kuştin. Li Şirnexê bînahiyên ku piştî operasyonê li ser piyan mabûn, wan jî hildiweşînin. Tenê sûcekî van heye; gelê Kurd dijî li wan deran, Kurdên ku ji AKP’ê re serî netewandin li wir dijîn. Sûcê wan ev e. Di dîroka Komarê re li Dêrsim, Agirî, Sêwasê jî heman tişt hatin kirin. Fermandariya Giştî ya Jenderme ragihand, ‘’Li navenda bajêr a Şirnexê em Tîmên Taybet perwerde dikin.’’ Mal û kargehên Şirnexiyan bi mebesta perwerdekirinê têne hilweşandin. Cihê jiyana Şirnexiyan bûye cihê perwerdeya leşkerî. Qet di dilê xwe re nebin ku Kurd wê serê xwe ji we re bitewînin. Dibe ku zarokên we ji qumarxaneyê dernekevin, dibe ku haya we ji gel nebe lê ku roja wê hat miletê ku we mala wan bi serê wan de rûxandî wê qesrên we bi ser serê we de hilweşînin û hûn ê fêhm nekin bê ka çi bi serê we hatiye. Ew ê li  Qesrê bila derbikeve û bibêje, ‘ne wa ye!’’, mizgeftên li wir bi tang û topan anîn xwarê. Ku înkar bike dîmen hene.’’

LICÊ

Piştî van axaftinan Demîrtaş têkildarî operasyona Licê axivî û got  wî li herêmê parêzerî kiriye û bêyî ku şîrîkatiyê bi leşkeran re bikin kesek nikare li wan deran kenewîrê biçîne û wiha pê de çû, ‘’Di gelek dosyayan de hebû, bi hev re dihatin darizandin. Ku dema wê tê jî hemû bajariyan sûcdar dikin û kavil dikin û hildiweşînin. Li wê derê, bêyî agahiya qereqolê çawa esrarê diçênin? Bêyî ku haya fermandarê te jê hebe û destûr nede çawa dikarin biçênin? Êşkencekirina mirovên sivîl û têkoşîna li dijî çandiniya kenewîrê çawa bi hev re têkildar dibe? Tir li kû das li kû?’’

‘JI GEL LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Demîrtaş ê digot; “Çareserî muzakere ye, mase ye” wiha anî ziman: “ Tu yê ku li gel welatên di nava şer de ye bi awayekî bê rêgaz aştiyê dikî, lê li gel welatiyên xwe aştiyê nakî. Te ji Pûtîn lêborîn xwest, di nameyeke bi awayê xemgîn, ma tu ji bo welatiyên xwe jî nanivîsî? Ma qîmetê welatiyên te nîne? Tu dikarî li gel Îsraîl, Rûsya û heta li gel welatekî cuda yê cihanê têkiliyan xurt bikî. Lê, divê li gorî rêzgezan. Ger ku ev pêk neyê ti qîmet û hirmeta welat namîne. Li Davosê tu yê şovan bikî, lê piştre bi Îsraîlê re li ser bazirganiyê li hev bikî. Ji ber ku li ber çavan dijminahiyek xuyakirin û li ser vê deng bidestxistin hatibû plankirin.”

Demîrtaş da zanîn ku AKP’îyên ku duh yên ku dijûn ji Îraîlê re dikirin, îro pesnê Îsraîlê didin û çepikên ji bo Îsraîlê jî rexne kir. Demîrtaş wiha got: “Lêborîn xwest, li ber çavê her kesî ji Pûtîn lêborîn xwest. Lê çima ewqas axatiyê dikî. Tu yê karê ku Sûriyeyê tevlîhev bike bikî, niha tu yê bêjî ti pirsgirêkên me nîne? Ji bo van tu yê lêborînê bixwazî? Yên ku li qadan ji bo deng kom bikin, digotin em ê hesab ji Esad bixwazin ma gelo kî bûn?

‘EM STÛ XWAR NAKIN’

Demîrtaş wiha pê de çû: “Tirk û beşên din ti car baweriya xwe bi wan nînin. Lingê wî bişemite wê Denîzliyê vegerîne Şirnexê. Dema ku fêmkir  wê desthilatdariya wî ji destan derkeve wê welat vegerîne dojehê. Yên ku vê zilmê dibînin li dijî wê têkoşînê dikin. Wê destlênedayînê rakin, em stûyê xwe natewînin. Wê ji bo şaredariyan qeyûman bînin, em stûyê xwe xwar nakin. Em ê li her derê ji bo yê diz bêjin diz û ji bo yê qatil jî bêjin qatil. Dibêjin; ‘Ger welat bi xwîna şehîdan bê avdan dibe welat’. Em li welatê herî zêde xwîn lê rijiyaye dijîn. Ev nêzîkatiyeke çiqas dijmirovahî ye. Tu ji bo desthiladariya xwe xwînê dirêjî. Kurê te li ser maseyên qûmarê û kurên feqîran li Gabar,Cûdî di operasyonan de ne. Ka em rojekê li Qesrên bilind alan bibînin. Kurên hejar û feqîran dimirin, ev jî qesran li ser hev bilind dikin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku nêzî 2 sal û nîv muzakereyan dewam kirin, AKP’îyan jî aştî dixwestin, heta vegeriyan bûn Apoyî. Demîrtaş anî ziman ku divê di van rojan de aştiyê bixwazin. Demîrtaş wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ger em nebin di nava du rojan de wê Tirkiye vegere Sûriyeyê.”

JI BO SÛRIYEYIYAN HEMWELATÎBÛN

Demîrtaş li ser gotûbêjên hemwelatîkirina koçberên Sûriyeyê jî wiha axivî: “Di wê fikrê de bûn ku çiqas koçberên Sûriyeyê bigirin, ewqas di mudaxelekirina Sûriyeyê de bi maf dibin. Ji bo wê heta dawiyê derî vekirin. Ji bo mexdûrê şer derîgirtin, bêexlaqî ye. Ya duyemîn jî van koçberan weke hêza erzan bikar tînin. Ya sêyemîn jî dixwazin demografiya Tirkiyeyê bidin guhertin. Dîsa ji bo ku li hember Ewropa weke şantaj bi kar bînin û bikar anîn jî. Li gor peywirê, Serokkomar nikare yek kesî jî bike hemwelatî. Ger ku ji xwe bawer dike bila bibe referandûmê. Rêgezên navnetewî hene ku koçber jê sûd werdigirin, lê ev bi ti awayî li Tirkiyeyê nîne. Yên ku ji Ewropayê ve tên koçber dihesibînin, lê yên ku ji Rojhilat ve tên nahesibînin. Niha ti mafê van mirovan nîne. Divê ev statu bê naskirin, Tirkiye dawî li vê siyasetê bîne. Yên ku serlêdan bikin weke koçber tên hesibandin. Ev  wê girêdayî kampên AFAD’ê najîn, divê li jîngehan bijîn.

Mîna ku cebeşan hilbijêrin Sûriyeyîyan hildibijêrin. Di nav de ‘Yên Doktor, Parêzer’ hene. Li şûna ku tu bi dîplomayên wan ve mijûl bibî, bi dîplomaya xwe ve mijûl bibî.”

Demîrtaş diyar kir ku çareserî ne ew e ku bike hemwelatî, divê li Sûriyeyê çereserî pêk were.

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de têkoşîna karkerên kaxezan silav kir û daxwaz kir ku şertên karkirinê jî bên rastkirin.