TŞYG: Berxwedana 14'ê Tîrmehê banga şerkirin û serketinê ye

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê, çavkaniya hêz û giyana serketinê ye.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê, çavkaniya hêz û giyana serketinê ye.

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê têkilarî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, berxwedana 14'ê Tîrmehê banga şerkirin û serketinê ye.

TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de şoreşgerên di Berxwedana Rojiya Mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û rê dide van gotinan: "Em lehengên vê berxwedana mezin bi hurmet û hezkirinê bi bîr tînin. Di şertên faşîzma 12’ê Îlonê de ku radestbûn, îxanet û bênasnamebûn dihate ferzkirin, vê berxwedana mezin li zindanan pêvajo berevajî kir û berxwedana zindanan derxiste holê. Plana faşîzma 12’ Îlonê ku dixwest hêviya gelê Kurd bixe bin betona zindanê têk bir. Berxwedana zindanê, bi banga, "Radestbûn dibe îxanet û berxwedan dibe serketinê’’ bû rênîşandar, bi qasî siyasî ji hêla îdeolojîk ve jî bû hêvî."

TŞYG’ê ragihand, kadro û şervanên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hevrêyan bi vê berxweda xwe ya 56 rojan nîşan dan ku şert û merc her çi jî bin berxwedanî û şervanî heya dawiyê dikare were kirin û vê berxwedaniyê hişmendiyeke nû ya şoreşgerî û şêwazeke nû afirandiye.

14'Ê TÎRMEHÊ ÇAVKANIYA SERKETIN Û HÊZA ME YE

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Kir ku xeta xweser a şoreşa Kurdistanê li ser vê zemînê xwe pêk bîne. Li dijî beralîkirinê, penaberiyê û bêbextiyê bû xwedî helwestek. Bû destpêka têkoşîna gerîlayî û serhildanên gel. Li ser dîroka şoreşa Kurdistanê û Tirkiyê şopên kûrt hiştin.

Îro jî li hemberî êrîşên giştî yên faşîzmê di mezinkirina berxwedanê e Berxwedaniya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê rênîşandar e. Gerîla bi geş û gur kirina berxwedanê di xeta êrîşê de bi pêş dikeve. Lehengiya gel ku di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê û li bajar û navçeyên Kurdistanê pêk hatî nikare were çewisandin. Êrîşa dorpêçê û radestgirtiyê ya faşîzmê bê encam dimîne. Propadandaya rejîma faşîst a li ser derewan nagihije encamê. Li Rojava jî tovê berxwedanê zîl didin. Tevgera me ya yekbûyî ya şoreşê li eniya Tirkiyê jî dibe hêvî. Li Tirkiyê geşbûna berxwedanê û veguherîna wê ya ber bi şoreşa yekbûyî tirs û xofa herîm ezin a rejîmê ye.

Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê têk çû, destilatdariya Erdogan û AKP’ê jî neçarî têkçûnê ye. Giyanê berxwedanê û serketinê yê 14’ê Tîrmehê îro jî kana hêza me ye; dersên berxwedaniyê rêya me ronî dike. Ê serketî wê kedkar, ên çewisandî, neteweya Kurd û hemû berxwedêr bin. Xwedanê gotina dawî tim berxwedêr bûne û wê her berxwedêr bin.

GIYANÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DIBE SERKETINÊ

Hemû hêzên şoreşger û demokratîk, di salvegera 34. a 14’ê Tîrmehê de, li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzmê em ji bo azadî, dadmendî, wekhevî û xwîşk û biratiyê di Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî de bibin yek û berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin."