Şandeya Şengalê li Çelyabîsnkê bi Êzidiyan re rûnişt
Şandeya Şengalê ku bi mebesta rêze civînan pêk bîne hat Rûsyayê, seriyek da Yekîtiya Êzidiyên Çelyabîsnkê. Di civînê de banga yekîtî û piştgiriyê hat kirin.
Şandeya Şengalê ku bi mebesta rêze civînan pêk bîne hat Rûsyayê, seriyek da Yekîtiya Êzidiyên Çelyabîsnkê. Di civînê de banga yekîtî û piştgiriyê hat kirin.
Şandeya Şengalê ya ku ji Serokê Komîteya Têkiliyên Derveyî yê Meclîsa Gela Şengalê Halef Alî û Fermanarê YBŞ’ê Saît Omerî û Berdevkê Kongreya Êzdiyan Araf Azmanî pêk tê, ku bi mebesta rêze-cîvînan pêk bîne ev demeke li Rûsyayê ye, danûstaninên xwe bi Êzidiyan re didomîne. Şande piştî ku li paytext Moskowê gelek civîn pêk anî, çû Tamboz û Saratovê û li vir tevlî civîneke gel bû ku ji hêla Yekitiya Êzdiyên Çelyabîsnkê ve hatibû organîzekirin.
Li civîna ku li restoranta Goharê pêk hatî Şefdîn Azad, Serokê Yekîtiya Êzdian û Avraman Fetî yê siyasetmedar û rûspiyên civaka Êzidî hazir bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê Sefdîn Azad axivî.
AZAD: DIVÊ XWEDÎ LI GELÊ ŞENGALÊ BÊ DERKETIN
Azad got, "Êzdiyên ku li dîasporayê dijîn bi qasî ku li civaka Şengalê xwedî derdikevin dikarin li çand û kevneşopiya xwe xwedî derbikevin." û wiha pê de çû: "Dijminê me ev bi hezaran sal in em parçe kirine û nehiştine ku em bibin yek. Êzdî li çar hêlên dinyayê belav bûne lê belê ne çanda xwe û ne jî kevneşpiya xwe ji bîr nekirine. Lê ji îro û şûn de divê em kevneşopiyên xwe bi xurtkirina yekitiya xwe hê xurtir bikin. Êzidî bi qasî ku li Şengalê xwedî derbikevin dikarin yekîtiyê xurt bikin û lîstîkên qirêj ên dijminên me ku li ser serê me digerînin berhewa bikin. Divê em qet ji bîr nekin ku nexasim di van salên dawî de êş û zordariyên ku gelê Şengalê dijî û lehengên me yên YBŞ’ê û YBJ’ê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê di nav têkoşîneke bêhempa de ne. Ji bo vê jî, ji bo ku em ji wan re bibin pişt û dest û pî divê em yekîtiya xwe geş û gur bikin."
OMER: BIRYARÊ EM Ê BIDIN
Fermandarê YBŞ’ê Saît Omer ku li ser navê şandeyê axivî wiha got: "Li xaka pîroz û Êzidayî ya Êzdiyan, li Şengalê em pergala xwe saz dikin û datînin. Êdî divê ti carî em destûrê nedin ku li ser çarenûsa me hinekî dî xwedî gotin bin û biryardar bin. Ji bo me tişta girîng yekîtiya Êzdiyan û hevgirtina wan e. Eger em yekitiya xwe pêk bînin û li pişta hev bin em ê têra xwe bikaribin xaka xwe ya pîroz biparêzin. Her wiha Êzdiyên ku li derveyî welêt dijîn jî wê di ewlehiyê de bin. Ji bo ku em girêdayî bîranînên mirovên xwe bin, ku bi destê çeteyê DAIŞ’ê hatin kuştin, divê em xwe bikin yek."