Li Gavle, Marsîlya û Rotterdamê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Gavle yê Swêdê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Rotterdam ê Hollandayê çalakî hatin lidarxistin.

GAVLE
Komuna Jinê ya Warşîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.
Çalakgeran, li konê li meydana Storatorgetê vedan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kiriye, daliqandin. Der barê mijarê de belavok li raya giştî belav kirin.
Kurdistaniyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna operasyonên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, îmze kom kirin. Îmze wê radestî Parlamenta Swêdê werin kirin. Çalakî wê îro danê êvarê biqede.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê stant hat vekirin. Di çalakiyê de, li ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, gelek belavok hatin belavkirin.
Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî li çalakiyê hunera xwe pêşkêş kirin. Cuneyt Kartal li vir daxuyaniyek da û diyar kir, ew ê heta dawiya meha Tîrmehê li Marsîlyayê her hefte çalakiyan lidar bixin.
ROTTERDAM
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî, endamên meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi etîketa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" li navenda bajêr gul belav kirin.
Ji bo çalakiya li ber Gara Trenê ya Navendî eleqeyeke zêde hebû. Piştî belavkirina gulan, koma ji 20 kesî bi qîrîna dirûşme û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anî.