Li Strasbourgê civîna koma dostaniya Kurdan
Di hefteya rûniştina Parlamenta Ewropayê de endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenroya Ewropayê li hev civiyan.
Di hefteya rûniştina Parlamenta Ewropayê de endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenroya Ewropayê li hev civiyan.
Di hefteya rûniştina Parlamenta Ewropayê de ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê û Nûnertiya Konseya Ewropayê ya DEM Partiyê ve merasîmeke xwarinê ya piştevaniyê hate lidarxistin û endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenroya Ewropayê li hev civiyan.
Di çalakiyê de çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk, statuya Rojava û têkoşîna demokratîk a li herêmê mijarên sereke bûn.
Di organîzasyona xwarinê de hate destnîşankirin ku hezên demokratîk ên li Ewropayê piştevaniya gelê Kurd dikin û parastina modela li Rojava, hewcehiya qanûneke bingehîn a wekhevparêz a ji bo Rojava û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi aşitiyane weke peyamên hevpar derketin pêş.
Ji Parlamentoya Ewropayê li gel Ozlem Demîrel, Martin Schirdewan, Evîn Încîr, Jonas Sjöstedt, Maria Cecilia Strada, Per Clausen, Jussi Saramo, Willy Gaëtan Monnier, Pernando Barrena, Villy Sovndal û Li Anderson akademîsyenên Zanîngeha Strasbourgê, Alîkarê Şaredarê Strasbourgê, Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay, Kerîm Qamar û akademîsyen Hişyar Ozsoy beşdarî organîzasyonê bûn.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya piştevaniya navneteweyî û got: ‘’Rola dostaniya têkildarî têkoşîna gelê Kurd gelekî girîng e. Çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk divê bibe yek ji rojevên sereke yên Ewropayê.’’
Nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Fransayê Kerîm Qamar jî têkildarî pêvajoya dîrokî ya şoreşa Rojava û destkeftiyên wê axivî. Qamar da zanîn ku Rojavaya li ser bingeha azadîparêz, demokratîk, ekolojîk û wekhevîparêz ava bûye, tevî êrîşên dewleta Tirk û komên cîhadîst jî kariye li ser piyan bimîne û ev yek anîn ziman: ‘’Li Sûriyeyê qanûneke bingehîn a ji bo her kesî derbasdar û pêkvejiyan bes bi têkoşîna hevpar pêkan e.’’
Akademîsyen Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasiyeke rastîn girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e û got: ‘’Banga Birêz Ocalan a derfeteke dîrokî ye û divê teqez xwedî li vê bangê bê derketin.’’ Ozsoy piştre Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got ku Onder sembola têkoşîna yekbûyî ya gelan e.
Hevserokê Koma Çepgiran a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewam di axaftina xwe de da zanîn ku divê modela li Rojava ji aliyê nirxên demokratîk ve bê parastin û piştgiriya wê bê kirin û got: ‘’Ez pir kêfxweş im ku li vir im. Ji bo demokrasî û mafên mirovan piştevaniya projeyên bi vî rengî gelekî girîng e. Ji bo naskirina Rojava me pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentoyê kirin. Em tim li gel we bin.’’
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Danîmarkayê Villy Sovndal jî anî ziman ku Rojava îlhamê dide Ewropayê û got: ‘’Em plan dikin ku di dawiya vê mehê li gel heyetekê seredana Rojava bikin. Em bi veguheztina van tecrûbeyan a ji bo Ewropayê parêzvaniyeke xurttir armanc dikin.’’
Endama Koma Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Maria Cecilia Strada jî peyama xwe ya piştevaniyê wiha bilêv kir: ‘’Cara ewil di sala 1992’yan de çûbûn herêmên Kurdan. Mêvanperweriya wan bandoreke mezin li min kiribû. Ji bo têkoşîna we ya li Iraq û Sûriyeyê em minetdarê we ne. Ji bo piştevaniya zêdetir, rê nîşanî me bidin.’’
Çalakî bi dayîna peyamên piştevanî û hevkariyê bi dawî bû.