Çomak piştî 22 salan bi êşkenceker re hevrû bû
Îlhan Çomak ê dema xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû hatibû girtin û 22 sal in girtî ye, piştî salan bi polîsên êşkenceker Ûmût Karabay û Yuksel Ateşoglû re hevrû bû.
Îlhan Çomak ê dema xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû hatibû girtin û 22 sal in girtî ye, piştî salan bi polîsên êşkenceker Ûmût Karabay û Yuksel Ateşoglû re hevrû bû.
Di doza ku Îlhan Çomak ê 22 sal in girtî ye de, Çomak Yuksel Ateşoglu yê di bin êşkenceyê de îfadeya wî wergirtibû nas kir. Çomak wiha got: "Dema ku êşkence li min dikir, ji bo keça xwe qala gore kirînê dikir. Niha divê keça wî 24-25 salî be." Doz taloqî 28'ê îlonê hate kirin.
Doza Îlhan Çomak ê 22 sal in di girtîgehê de ye li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate dîtin. Di dozê de destpêkê polîsê bi navê Umut Karabay ê hate gotin yek jî polîsên ku bi êşkenceyê îfadeya Çomak wergirtiye bi SEGBÎS'ê îfade da. Piştre jî ji polîsên ku îfadeya Çomak wergirt Yuksel Ateşoglu bi SEGBÎS'ê ve hate guhdarkirin. Ateşoglu anî ziman ku Alîkarê Midûrê Emniyeta Sînopê ye û tenê çend nav tên bîra wî û tê bîra wî ku bûyer têkîldarî şewitandina daristanê ye. Ateşoglu diyar kir ku agahiyên di dosyayê de bi teşxîs û hevrûbûnan ve hatiye piştrastirin, îfadeya Çomak bi pêkûtiyê ve negirtine.
Çomak bilêv kir ku Ateşoglu polîsê ku êşkence li wî kiriye ye û wiha axivî: "Keçeke vî yê heye niha bawer im 24-25 salî ye. Ji bo keça xwe qala gore kirînê dikir û êşkence li min kir. Şahîd êşkence li min kir." Ateşoglu destnîşan kir ku gotinên Çomak îdia ne.
ÇOMAK Ê POLÎSÊ ÊŞKENCEKAR NAS KIR: MODELA PORÊ WÎ JÎ NEGUHERIYE
Piştre parêzerê Çomak, Firat Aydinkaya axivî. Aydinkaya pirsa "tu dikarî der barê êşkenceyê de agahî bidî me" ji Çomak kir. Çomak jî wiha got: "Yek ji kesên ku îfadeya min girt û êşkence li min kir e. Min daliqandibûn. Modela porê wî jî nehatiye guhertin." Aydinkaya destnîşan kir ku divê şahidên ku êşkence kirine neyên guhdarkirin û wiha berdewam kir: "Em qet nefikirin ku ev şahid êşkenceyê îtiraf bikin. Hûn jî nefikirîn. Der barê Ateşoglu de jî îdia hene. Îdiayên ku êşkence li ciwanên doza Manîsa kiriye hene. Di vî mijarê de em dixwazin der barê herdu polîsên şahid de lêkolîn bê kirin. Der barê van kesan de doza êşkenceyê hatiye vekirin an na bila bê lêkolînkirin." Aydinkaya destnîşan kir ku Çomak polîsê ku êşkence li wî kiriye nas nikire divê heyet gilî bike.
Aydinkaya diyar kir ku di danişîna borî de dadger red kirine û wiha berdewam kir: "Biryara we diyar e hûnê biryara xwe ya berê dubare bikin. Qet nebe vî bikin Çomak ji TCK 302'yan dê darizandin. CMK'ê di vî mijarê de raye daye heyetê hûn dikarin wekî dozger lêpirsînê bikin. Hûn dikarin mafê gumanbar biparêzin û delîlan kom bikin. Heke Çomak ji madeya 302'yan tê darizandin divê ew belge bên piştrastkirin. Heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin. Qet nebe dosyaya ku me ji Çewlîgê xwest bila bê lêkolînkirin. Em dixwazin lêpirsîn bê berfirehkirin. Em dixwazin dosyayên li Çewlîgê û yên din ên cih nişandanê bên lêkolînkirin."
Aydinkaya herî dawî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim ê "Em hem adîl bûn hem jî pêşketin pêk anî" bi bîr xist û wiha axivî. "Ez dipirsim, bila bê vî dozê binêre. Wezîrê Dadê û Serokomar li vir gelo edalet heye?"
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a berfirehkirina lêpirsînê red kir. Li ser vê parêzer Aydinaya mafê axaftinê girt û wiha got: "Hûn daxwazên me bêyî ku hincetan nîşan bidin red dikin. Em dixwazin hincet bê nîşandan." Dadger jî bersiva "em ê biryara bi hincet de aşkera bikin" da.
Di dawiyê de dozger diyar kir ku parastinên parêzerên Çomak razber in û xwest cezaya ku berê ji bo Çomak hatiye dayîn bê erêkirin. Parêzer Aydinkaya ji bo ku parastina xwe amade bikin dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza demdayînê qabûl kir, giliya der barê polîsê êşkenceker de red kir û doz taloqî 28'ê îlonê kir. Malbata Çomak û kesên hatin dozê bişopînin biryar şermezar kirin.
'EDALET HÊ JÎ RADIZÊ!'
Piştî danişînê malbata Çomak û parêzeran li ser edliyeyê daxuyî dan. Dayika Çomak, Zeytun Çomak li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan da. Çomak destnîşan kir ku kurê wê piştî salan êşkencekerê xwe dîtene û gotina "ez polîsê êşkenceker hewaleyî xwedê dikim" bi kar anî. Hanermend Ferhat Tunç ê doz şopand jî diyar kir ku di dozê de dîsa edalet derneketiye û wiha axivî: "Di salên 90'î de wesayeta leşkeran hebû niha jî wesayeta AKP'ê heye. Edalet hê jî radizê.
Daxuyanî bi dîruşma "Îlhan Çomak Ne Bi Tenê Ye" bi dawî bû.