Ciwanên daxwaza edaletê kirin hatin binçavkirin

Endamên SGDF'ê neheqûqiya Dosyaya Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî wan kirin û bi lêdanê ew binçav kirin.

Endamên Federasyona Komaleyên Ciwan ên Sosyalîst (SGDF), di yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê de, ji bo balê bikişînin ser nehiqûqiya dosya komkujiyê, li ser Pira Omer Hayam a Beyoglûyê çalakî kirin. Pêşî 4 ciwanan trafîk li hatinûçûnê girtin û pankarta bi nivîsa "Ji bo Pirsûsê Edalet" bi pirê ve daliqandin.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên, "Em ê hesabên Pirsûsê, hesabên wan bipirsin", "ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" berz kirin û li ser vê polîsan êrîş birin ser wan û ew binçav kirin.

3 ciwanên SGDF'yî yên pankarta "Ji bo Pirsûsê edalet" vekirin jî hatin binçavkirin.

Dema ku 7 ciwan di wesayîta polêsan de nîşana serketinê kirin, destê wan ji pişt ve hatin kelepçekirin.

Trafîka ku bi çalakiya ciwanan nêzî saetekê de li çûnûhatinê hatibû sekinandin, dîsa vebû.

Navên ciwanên hatin binçavkirin û birine Qereqaola Polîsan a li Navçeya Beyoglûyê wiha ne: "Can Kizilirmak, Onûr Demîr, Hatîce Berfîn Aksû, Şengul Guneş Balî, Berfîn Ayirkan, Îdrîs Yildiz û Serhat Demîrtaş."