Ji bo azadiya Ocalan li Lubnanê kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Li Lubnanê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Li Lubnanê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Kampanya Kongra Star a ji bo rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Weqfa Çanda Newrozê ya Lubnanê jî tevlî kampanya îmzeyan bû.
Gelek sazî û rêxistinên Lubnanî û kesayetên navdar tevlî kampanyayê bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan îmzeya xwe danîn binê metna kampanyayê.
Seroka Weqfa Newrozê Henan Osman bal kişand eleqeya zêde ya ji bo kampanyayê û anî ziman, gelê Lubnanê bi nêrîna Ocalan dilsoz e.
Osman diyar kir, ew ê ji bo kampanyayê biçin serdana hemû sazî û rêxistinên li Lubnanê.