ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çeteyê DAIŞ'ê yê li xwe mikur hat:Ez bi MÎT'ê re xebitîm
Çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ersen Çelîk ku li Dîlokê hat girtin, li xwe mikur hat ku ew bi MÎT'ê dixebite. -
Gelo yên hewl dan 34 gundiyan bişewitînin tîmên Sadat in?
Tê gotin, pêkane tîmên taybet ên li Licê hewl dan 34 gundiyan bişewitînin endamên şîrketa bi navê Sadat in. Ev şîrket ji aliyê tûggeralê şerê taybet ê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî ve hatiye avakirin. -
Partiya Komunîst a Lubnanê ji bo Ocalan bang kir
Partiya Komunîst a Lubnanê, destek da kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Îtirafkarê DAIŞ'ê: Erdogan ji ber ku li dijî Kurdan e, destekê dide me
Çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê li Edene û Mersînê bombe avêt avahiyên HDP'ê û niha di destê YPG'ê de girtî ye, li ser têkiliyên DAIŞ-AKP'ê, tora têkiliyan a li Dîlok, Hatay û Anatoliya Navîn agahiyên nû da. -
Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê ava bû
Li ser banga Koordînasyona Stûttgartê ya HDK-Ewropayê, di 10'ê Tîrmehê roja Yekşemê de li salona Konferansaê ya Arena, civîna Meclîsa Damezrîner a HDK-Ewropa Stûttgartê hat lidarxistin. -
Li Bregenzê konê agahdarkirinê
Li bajarê Bregenz ê Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. -
Delîl Qamişlo yê li Minbicê şehîd ket hat bîranîn
Delîl Qamişlo yê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de roja 3'ê Tîrmehê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat bîranîn. -
'Em peymana YE û Tirkiyeyê teşhîr bikin'
Kampanya HDK-Ewropa ya li dijî peymana navbera YE û Tirkiyeyê dewam dike. Nûnerên saziyên ser bi HDK-Ewropayê, ji bo kampanyayê banga destekê kirin û xwestin, ev peyman were teşhîrkirin. -
Akinci û Altinişik li Kolnê hatin bibîranîn
Gerîlaya YJA-STAR Gulsun Akinci (Silav Rover) a ku 1’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û endama KJA’yê Şehrîban Altinişik li Koln hatin bibîranîn. -
Li Dûisbûrgê şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg; şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn. -
Girtiyên PKK û PAJK’î: Em weke hevreyên Xeyrî û Kemalan dest ji berxwedanê bernadin
Denîz Kaya ku li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’îyan daxuyanî da û diyar kir, ew ê weke girtiyên di girtîgehê de bi şîara ‘’berxwedan jiyan e’’ tevbigerin û bi Ronesansa Kurd pêşengtiyê li vê berxwedanê bikin û piştevaniyê bikin. -
Artêşa Iraqê 5 gundên din ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxist
Operasyonên artêşa Iraqê li nahiyeya Giyarê dewam dike. Îro jî 5 gundên din li herêmê hatin rizgarkirin. -
Kampanyaya "Ez rojanamevan im" hate destpêkirin
Bi mebesta parastina agahdarbûna gel, deşîfrekirina zextên li ser rojnamevanan û xurtkirina piştevaniyê însiyatîfeke nû ya bi navê, "ez rojnamevan im" dest pê kir. -
Heyetek ji Şengalê bi rûspiyên Êzidiyan ên li Tambovê re rûnişt
Heyetek ji Şengalê, ku ji bo hin hevdîtinan hat Rûsyayê bi Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan û rûspiyên civaka Êzidî ya li vê derê re rûnişt. -
Ji bo ronîkirina komkujiya Pirsûsê li Ewropayê kampanya hat destpêkirin
AvEG-Konê ji bo ronîkirina komkujiya Pirsûsê bi navê "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Ewropayê dest bi kampanyayekê kir. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li Elmanya, Hollanda û Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. -
Akkaya li dijî plana 'welatîbûna Sûriyeyiyan' a Erdogan derket
Hunermend Îlkay Akkaya diyar kir, eger dayîna welatîbûnê ji bo Sûriyeyiyan bi armanca hêsankirina xwarina kedê tê kirin, wê demê divê ew li dij derkevin. -
Girtiyê nexweş li ber çavan ji mirinê re hatiye hiştin
Malbatên TAYAD’ê, ji bo berdana nexweşê penceşêra madê Kemal Avci, li Qada Galatasarayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Li Dusseldorfê hezaran azadiya Ocalan qîr kirin
Di serî de Elmanya, nêzî 10 hezar ciwanên Kurd ên ji gelek welatên Ewrûpayê hatin bajarê Dusseldorfê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin. -
HDK-Fransa: Hûrşît Kulter li ku ye?
HDK-Fransayê ji bo Hûrşît Kulter ê ji 27 Gulanê û vir ve agahî nayê girtin li Qada Republîqûe mîtîngek lidar xist û li aqûbeta Kulter pirsî. -
10 hezar ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 10 hezar ciwanên Kurd dimeşin. -
Agahiyên berfireh ên li ser plana sûîqesta li Demîrtaş derketin holê
Agahiyên berfireh ên li ser plana DAIŞ'ê ya sûîqesta li Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, wekîlên HDP'yî û hevşaredaran, ku ANF'ê di 13'ê Cotmeha 2015'an de ragihand, di dosyaya lêpirsînê ya komkujiya Enqereyê de derketin holê. -
Di civîna li Torîno de bêdengiya Ewropayê hat şermezarkirin
Di civîna li Torîno de ji ber sedema bêdengmayîna Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê nerazîbûn hate nîşandan. -
Gerîlayên HPG'ê Ozun û Bîlen li Berlînê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Engîn Ozun (Ozgur Mûş) û Osman Bîlen (Baz Hanîfî) li Mizgefta Kurd a Mezopotamya ya li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn. -
Li Heleb û Îdlibê herî kêm 50 sivîl hatin kuştin
Li nêzî bajarên Îdlib û Helebê yên Sûriyeyê, di şerê navbera rejîmê û 'mûxalîfan' de careke din sivîl bûn hedef. Di encama bomberdûmanê de herî kêm 50 kes mirin.