Piştî derbeya Qesrê a li hember parlementerên HDP’ê û rakirina destlênedayîna parlamenteran, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Hezexê ve bi hinceta parvekirinên li ser hesabê Twîtterê kirine hatiye destpêkirin, ji bo îfadedayinê hate xwestin.
Serdozgerê Komarê yê navçeya Midyat a Mêrdînê, der barê Encu yê ku dema pêvajoya çeteyên Qesrê li navçeya Hezex a Şirnexê êrîşên qirkirinê li dar xistin, bi hinceta parvekirinên li ser hesabê Twîtterê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de ku bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê dike” hatiye vekirin, dozgeriyê bang li Encu kir ku îfadeyê bide.