ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hekîmoglû: Hevgirtin divê bi xurtbûnê dewam bike
Încî Hekîmoglû ku rêveberiya weşanê ya nobedar a Ozgur Gundemê dewr girt got, "Ez hêvîdar im ev hevgirtin hem li qadên din, hem jî di ser Ozgur Gundemê re bi mezinbûnê dewam bike. Ji ber ku yekane rizgariya me ev e." -
3 meşvanên aştiyê yên xwestin bimeşin Şemzînanê hatin binçavkirin
3 meşvanên aştiyê yên xwestin ji Beykoz a Stenbolê bimeşin navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin. -
'AKP li başiya Sûriyeyiyan nafikire, li nebaşiya Kurdan difikire'
Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Guvenç nerazîbûn nîşanî plana AKP'ê da ku bi dayîna mafê 'welatîbûnê' ji Sûriyeyiyan re dixwaze encamek bi kêrî xwe bê bi dest bixe. Guvenç diyar kir, Plana Şark Islahat bi cih tê anîn. -
Li Tîpa F a Tekîrdagê serdema 'Fahrenheît 451'
Li Girtîgeha Tîpa F hejmara 2. a Tekîrdagê, ku bi tecrîd û îşkenceyê deng vedaye, rêveberiya girtîgehê biryar da ku pirtûk ewlekariyê ji holê radike û astengî derxist pêşiya xwendinê. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Paksoy li Hezexê hate binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA’yê Ozgur Paksoy dema ji Mêrdînê dihat Cizîrê di ketina Hezexê de, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Li Gêxî 3 kes hatin girtin
Li navçeya Gêxî ya Çewligê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin bi sûcê “Alîkarîkirina rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Li Reyhanlî teqîn: 2 mirî
Di teqînê de ku li malek navçeya Reyhanlî ya Hatayê rû da, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
NAV-YÊK: Cejna Remezanê, bibe cejna aştî û azadiya gelên mezlûm!
NAV-YÊK bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Remezanê ya alema Îslamê li hemû gelan pîroz kir. -
Çalakiya kon a li Rennes dewam dike
Di çalakiyên kon ên li Rennesê de protestokirina tecrîd û qetlîaman dewam dikin. -
'Divê ciwanên Kurd di 9'ê Tîrmehê de biherikin Dusseldorfê'
Ciwanên Azad: Ji bo çalakiya me ya 9'ê Tîrmehê, ku ji bo şermezarkirina polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan li welatên Ewropayê tê lidarxistin, em bang li Kurdistaniyan û dostên xwe dikin ku bên Dusseldorfê. -
Yuksekdag: Îradeya vî gelî li ser xwe ye, em ê serî netewînin
Yuksekdag cejna Remezanê li gelê Wanê pîroz kir û got, "Qesr û desthilatdariya siyasî êdî ti manewiyatê nas nakin. Em bi êşa di dilê xwe de cejnê pîroz dikin." -
NAV-YEK'ê ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
NAV-YEK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê li dijî hevkariya dewletên Tirk û Elman tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
DAIŞ'ê di bin çavdêriya polîsan de bombe bir Amedê!
Çeteyên DAIŞ'ê ji ber desteka AKP'ê bi hêsanî li welêt êrîşan dikin. Axaftina bi telefonê ya çeteyên AIŞ'ê, di dosya lêpirsînê ya êrîşa li Amedê de cih girt. -
Hevserokê KCDK-E Koç: Ocalan xeta sor a Kurdan e
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Serok Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Bi mîlyonan mirov daxwaza azadiya wî dikin." -
Hejmara mirovên li Bexdayê mirin gihîşt 250 kesî
Hejmara mirovên di êrîşa şeva Şemiyê ya li Bexdayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 250 kesî. -
Muslim: Belgeyên Erdogan li DCN pê bê darizandin hene
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hemû belgeyên dikarin pê Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê darizandin, di destê DYA û Rûsya de ne. -
Li Gîresûnê helîkoptera leşkerî ket xwarê
Li Zozanê Tohûmlûk ê Gîresûnê helîkoptera leşkerî ya ku leşkerên payebilind jî tê de bû ket xwarê. Di bûyerê de tevî 2 albayan, 7 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Macerîstan ji bo 2 hezar û 300 koçberan wê biçe referandûmê
Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban ê ku ji sala bihurî ve sînor girtiye û bûye sedema ku 100 hezar koçber li ser rêyan bimîne, biryara ji bo girtin û negirtina 2 hezar û 300 koçberan, radestî referandûmê kir. -
Şandeya Şengalê dest bi danûstandinên Moskowê kir
Bi mebesta ku li Rûsya hin danûstandinan bike ji Şengalê şandeyek hate Moskowê. -
KCDK-E: Em bi wesîleya cejnê piştevaniyê mezin bikin
KCDK-E di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Remezanê de, ji bo gelê serî li ber zilm û zordariya dewletê netewanditye, banga mezinkirina piştevaniyê kir. -
Rêxistina Efûyê: Komên ji Tirkiyeyê destekê digirin, sûcê şer dikin
Di rapora Rêxistina Efûyê de jî hat eşkerekirin, ku komên Tirkiye li Sûriyeyê destekê dide wan, sûcê şer dikin. -
Hevserokên HDP'ê: Cejn seferberiya parvekirinê ye
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ji bo cejna Remezanê de bang kirin, ku ev cejn ji bo piştgiriya bi gelê zor lê tê kirin weke seferberiya parvekirina êşan bê dîtin. -
Zanîngeha Parîs 8, şaxekî xwe li Rojava vedike
Zanîngeha Parîs 8, ji bo li Rojavayê Kurdistanê şaxekî xwe veke, daxwazname pêşkêşî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Parîsê kir. -
NAV-DEM: Em di 9'ê Tîrmehê de li Dusseldorfê bin
NAV-DEM'ê, ji bo meş û mîtînga mezin a 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê were lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Li Torontoyê çalakiya ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina Elmanya
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan.