MŞD: Di salvegera 2. a fermanê de em dengê xwe bi xurtî bidin bihîstin

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi wesîleya 2. salvegera fermana 73'an a Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan kir.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi wesîleya 2. salvegera fermana 73'an a Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di encama senaryoyeke welatên dagirker, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, hikûmeta PDK'ê û Qatarê de DAIŞ'ê êrîşeke hovane bir ser civaka Êzidî ya li Şengalê û hat gotin, "Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî dîl hatin girtin, li sûkan bi hovane hatin firotin û bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe bûn."

Meclîsê diyar kir, bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî êdî bûye xwedî hêza xwe parastinê, warê xwe yê pîroz rizgar kirine û bûne xwedî rêxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, hê bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de dîl girtî ne û bal hat kişandin ser bêdengiya dewlet û welatên navê demokrasiyê li xwe dikin.

Li hemberî vê bêdengiyê, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bang li civaka Êzidî kir, ku salvegera 2. a fermana 73'an bi çalakiyên girseyî pêşwazî bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi rengekî girseyî dakevin qadan, ku dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê."