ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şer dewam dike
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, di navbera yekîneyên hewl dan darbeyê bikin û leşker û polîsan de li Enqere û Stenbolê şer dewam dike. -
Li Enqereyê helîkopterekê êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir
Yekîneyên ku li Enqereyê hewl dan darbeyê bikin, bi helîkopterek Kobra ve êrîşî Serfermandariya Giştî ya Tirk kir. -
Dozgeriya Golbaşiyê: Di bûyerên Enqereyê de 42 kes mirin
Dozgeriya Golbaşiyê da xuyakirin ku dema êrîşên hewldana darbeyê de 42 kes hatine kuştin. -
Televîzyona CNN Turk dîsa dest bi weşanê kir
CNN Turk a ku leşkerên darbeker weşana wê rawestandin, dîsa dest bi weşanê kir. -
Li Taksîmê nêzî 10 kes birîndar bûn
Ji ber gule li Taksîmê hate barandin, hate ragihandin ku nêzî 10 kes birîndar bûne. -
Li ser rêyên Enqereyê gelek cenaze hene
Hate ragihandin ku ji ber helîkopterê mabeyna Meclîs û Serfermandariyê gule reşandin, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
CNN Turkê weşana xwe rawestand
Piştî komek leşker ketin studyoyên CNN Turk ên li Bagcilar a Stenbolê, weşana xwe rawestand. -
Leşkerên danezan bi pêşkêşvana TRT’ê dan xwendin vekişiyan
Leşkerên ku danezana darbeyê bi pêşkêşvana TRT’ê dan xwendin ji studyoyên navendî yên TRT’ê xwe kişandin. -
Li nêzî Meclîsa Tirk teqîna dijwar
Hate ragihandin ku li nêzî Meclîsa Tirk teqînek dijwar rû da. -
Li derdora Serfermandariyê teqîn rû didin
Agahî tên ku li derdora Serfermandariya Tirk a li Enqereyê teqîn zêde bûne. -
Di encama bombekirinê de li Golbaşiyê 17 polîs mirin
Hate ragihandin di encama êrîşa hewayî de ku li dijî Bîryargeha Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê pêk hat, herî kêm 17 tîmên taybet mirine. -
HDP: Siyaseta demokratîk yekane rê ye
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dan xuyakirin ku di her şertî de û wek rêgezî li dijî her cure darbeyê ne. -
Li ber Serfermandariyê teqîna mezin
Hate ragihandin li ber Serfermandariya Giştî ya Tirk ku li Enqereyê ye, teqînek mezin rû da. Piştî teqînê, tevgera helîkopter û balafirên şer zêde bûn. -
Li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqreyê şer
Hate ragihandin ku piştî hewldana darbeyê, li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê şerên dijwar rû didin. -
Çapemeniya cîhanê rewşa derasayî ya li Tirkiyeyê wisa nirxand
Nûçeyên têkîldarî darbeya artêşê ya li Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt. Çapemeniya cîhanê, zêdetir detayên kurt ên têkîldarî bûyerê dan, daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim derket pêş. -
Artêşa Îranê li ser sînorê Tirkiyeyê ket nîzama awarte
Artêşa Îranê piştî agahiya darbeya li Tirkiyeyê, li ser sînor dest bi tevgerek awarte kir. -
Avahiya AKP'ê ya Stenbolê hate dorpêçkirin
Hat ragihandin ku avahiya navendî ya AKP’ê ya li Stenbolê ji hêla leşkeran hatiye dorpêçkirin. -
Serfermandarê Tirk û hin payebilindên girîng dîl hatin girtin
Serfermandarê Artêşa Tirk Hûlûsî Akar û hin generalên Tirk dîl hatin girtin. -
Artêşa Tirk: Me dest danî ser rêveberiyê
Artêşa Tirk, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê dest daniye ser rêveberiyê. -
Li Navenda Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê teqîn
Li Navenda Tîmên Taybet a Polîsan a li Golbaşiyê teqîn pêk hat. -
‘Li Tirkiyeyê teşebûsa darbeyê’
Tê îdîakirin ku li Tirkiyeyê artêş hewl dide li dijî rêveberiyê darbeyê bike. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî bûyer wek hewldan nirxand. -
Li Stenbolê leşkeran pir li trafîkê girtin
Li Stenbolê pirên Bogazîçî û Fatîh Sûltan Mehmet ji milê Antolyayê ve li trafîkê hate girtin. Têkîldarî vê girtinê hê jî ti daxuyanî nehatine dayin. -
‘Nexweşxaneya Neteweyî’ ya li Minbicê hate rizgarkirin
Nexweşxaneya herî mezin a li Minbicê, Nexweşxaneya Neteweyî’ ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin. -
Li Hollandayê çalakiya ‘Hûrşît Kulter li kû ye?’
Ji bo Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ku piştî hate binçavkirin careke din xeber jê nehate girtin, li ber Parlamentoya Hollandayê çalakî hate lidarxistin. -
AKP’ê destûr neda bîrdariya ji bo ciwanên ku li Pirsûsê hatine qetilkirin, were danîn
Danîna bîrdariya ku li ser wê navên ciwanên SGDF’yî yên ku li Pirsûsê hatibûn kuştin hatibû lêkirin ya li Navenda Baxçeyê Kulturê yê Amara bi fermana Wezareta Karên Hundir yê dewleta Tirk hate astengkirin.