Însiyatîfên Jin û Ciwanên Şoreşger, bîlançoya meha Hezîranê eşkere kirin

Însiyatîfên Jin û Ciwanên Şoreşger, bîlançoya meha Hezîranê ya çalakiyên li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Edeneyê eşkere kir.

Însiyatîfên Jin û Ciwanên Şoreşger, bîlançoya meha Hezîranê ya çalakiyên li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Edeneyê eşkere kir.

Her du însiyatîfan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin, li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi pêşengiya ciwanan Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Andok Ozgur a li dijî mêtîngeriyê dewam dike.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên di meha Hezîranê de hatine lidarxistin, ev agahî hatin dayîn:

AMED

Di 14'ê Hezîranê de li navçeya Baglarê çalakiya korsan hat lidarxistn û kolana Sento ji bo 2 saetan li trafîkê hat girtin. Di 15'ê Hezîranê de li taxa Şêx Şamîl a Baglarê bombeyên destan avêtin 3 klûbeyên nobedê yên Girtîgeha Tîpa E. Di encamê de 2 çeteyên qesrê birîndar bûn. Di 16'ê Hezîranê de teqemenî avêtin marketên A-101 û BÎM û di encamê de xisarek mezin li marketan bûn. Di 19'ê Hezîranê de teqemenî avêtin Midûriyeta Emniyetê ya Baglarê. Di 22'ê Hezîranê de yekîneyên me li navçeya Yenîşehîrê saetekê li dijî dijmin şer kirin.

WAN

5'ê Hezîranê li taxa Yenî çalakiya korsan hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de dibistana Valî Alî Cevdet Bey hat şewitandin. 4 malbatên hevkariyê bi çeteyên Qesrê re dikin hatin hişyarkirin. 6'ê Hezîranê li hemberî maşîna zirxî bi teqemeniyê çalakî hat lidarxistin. Roja 19'ê Hezîranê rê hat kontrolkirin, dibistanek hat şewitandin, dikanek nokeran hat şewitandin, 5 saetan li hemberî hêzên dijmin şer hat kirin.

CIWANÊN JIN

18'ê Hezîranê mudaxleyî firoşkarên narkotîkê yên li Baglar Mevlata Xalît hat kirin. Li vir 3 kes hatin cezakirin. Dİ heman demê de yên karên narkotîkê û fûhûşê dikin hatin hişyarkirin. Li taxa Dûdûllû ya Stenbolê, li hemberî nûnertiya AKP'ê ya tecawizkar bi bombeyan çalakî pêk hat. Di encamê de nûnertiyê zerareke mezin dît. Her wiha li hemberî wesayîteke polîsan çalakiya bombeyî hat kirin, vê wesayîtê jî xisar dît. Li taxa Barbaros a Edeenyê li hemberî firoşkarên narkotîkê çalakî hat lidarxistin.

ÎZMÎR

Li Memenenê bombeya deng avêtin qehwexaneyên endamên DAIŞ'ê lê bûn. Mala berpirsyarekî DAIŞ'ê yê li Îzmîrê hat teşhîrkirin. Li kolana 220 No ya Çamlikûle ya Bûcayê di dema derbasbûna wesayîtên çeteyên qesrê de teqemenî hat teqandin. Li Torbaliyê 8 wesayît hatin şewitandin. Belavokên li dijî narkotîk, fûhûş û destavêtinê hatin belavkirin. Li Karabaglarê li dijî çeteyên qesrê çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. Li Karabaglarê 2 kesên narkotîk difirotin hatin cezakirin. Li Tîreyê 3 çalakî hatin lidarxistin. Di meha Hezîranê de li gelemperiya Îzmîrê 52 wesayît hatin şewitandin.

STENBOL - HERÊMA YEKEMÎN

Nûnertiya AKP'ê ya taxa Esenşehîrê hat şewtiandin. Li heman taxê 2 kargehên faşîst hatin şewitandin, li hemberî wesayîtên dijmin 2 çalakiyên bombeyî hat lidarxistin. Li taxa 1 Mayisê 3 çalakiyên bombeyî hat lidarxistin. Li Sarigazî 2 çalakiyên korsan pêk hat. Li Sûltanbeyliyê keyatiyeke hevkarî bi AKP'ê re dikir hat şewitandin. Li hemberî maleke hucreyê ya DAIŞ'ê çalakiya bombeyî hat kirin. 2 dibistan li Sûltanbeyliyê hatin şewitandin. 3 maşînên kar ên faşîstan hatin şewitandin.

STENBOL - HERÊMA DUYEMÎN

Li Fatîhê PTT û 15 marketên faşîstan hatin şewitandin. Di 7'ê Hezîranê de bombeya destan avêtin rêya TEM û ev rê 3 saetan li trafîkê hat girtin.

STENBOL - HERÊMA SÊYEMÎN

Li Buyukçekmeceyê ji bo hişyarkirinê bombe avêtin perava faşîst diçûnê. Li taxa Kanaryayê 2 ATM hatin şewitandin. Li Bagcilarê li hemberî firoşkarên narkotîkê çalakiyên hişyarkirinê hatin lidarxistin. Li Stenbolê bi giştî 112 wesayît hatin şewitandin.

MERSÎN

Li taxên Kûrtalî û Saglik ên navçeya Toroslarê bi armanca hişyarkirinê li hemberî 4 dikanên faşîstan çalakiya bombeya deng hat lidarxistin. Li taxa Demîrtaş a Toroslarê, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqemenî hat teqandin û zerar li maşînê bû. 

EDENE

Li herêmên Barbaros, Dallioglû, Gulbahçe û Şakîrpaşayê çalakiyên korsan hatin lidarxistin û di çalakiyan de şer li hemberî dijmin hat kirin. 14'ê Hezîranê li taxa Şakîrpaşa li hemberî maşîna zirxî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de 4 polîs birîndar bûn, yek jê rewşa wî giran bû. Lİ Çûkûrovayê di meha hezîranê de 30 wesayît hatin şewitandin."