Elmanya ji ber qirkirina Herero-Nama wê lêborîna xwe bixwaze

Hate ragihandin Elmanya ji ber ku di salên 1904-1908’an komkujî bi ser gelên Herero û Nama de anîbû û beriya niha jî ev nas kiribû, xwe amade dike ku lêborîna xwe bixwaze.

Li gorî agahiyên ku ji Seroktiya Karê Derveyîn ê Federal ve hatiye dayin, ji bo komkujiya li ser gelên Herero û Nama yên Namîbyayê, danûstandinên di navbera aliyan de dawiya vê salê wê biqedin. Li gorî vê li ser daxuyaniya hikûmatê ku bi awayekî fermî wê lêborîn were xwestin, xebat têne kirin.

Di vê çarçoveyê de plan tê girêdan ku hikûmatên Elmanya û Namîbya de  û parlamentoyên wan daxuyaniyeke hevpar bidin û tê armanckirin ku di daxuyaniyê de komkujiyên bi ser Herero û Nama de bi awayekî zelal wekî nijadkujî were nasîn.

Li gorî agahiyên berdevkekî Wezareta Karê Derveyîn ku dayî medyaya Elma Serokkomar Joachîm Gauck amade ye ku ji ber qirkirinê  daxuyaniya ku tê de bi fermî wê lêborîn were xwestin, bixwîne.

Di hevdîtinên di navbera şandeyên Elman û Namîbyayî de her wiha lihevkirinek çêbûye ku  saziyeke bi navê Weqfa Siberojê ya Elman-Namîbya were avakirin û her wiha wê destek were dayin ji bo gelek projeyên jêravanî û ava zerayê.

Tê payin ku muzakereyên du alî dawiya Îlonê bi encam bibe û Parlamenter Ruprecht Polens ku li ser navê Elmanya danûstadinan dike piştre biçe Namîbyayê. Tê zanîn ku nûnerên gelên Herero û Namayan ji Elmanya daxwaza tazmîta maddî dikin.

DI QIRKIRINÊ DE 75-80 HEZAR KES HATIN KUŞTIN

Li herêma ku niha bi giştî dikeve ser xakên Namîbya, di salên 1884-1915’an de mêtingeriya bi navê Afrîkaya Başûrê Rojava a Elman hatibû damezirandin. Li qadên ku gelên Herero û Nma lê dijiyan, piştî serhildana ku 1904’an ji hêla yekîneyên di fermandariya Lothar von Trotha ve hate ve bi kuştinê hatibû çewisandin.

Di dema îsyanê de di dema 1908’ê de di navbera 65 û 85 hezar mirovî de Herorî û nêzî 10 hezar mirovên ji gelê Nama hatibûn qirkirin. Tê texmînkirin ku wê demê 4 ji 3 parên Hereroyiyan hatibûn kuştin.