Li Freîbûrgê çalakiya ji bo Teroyan

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, li dijî kampa ku hikûmeta AKP'ê li gundê Teroyan ê Pazarcixê çêdike û dixwaze çeteyan lê bi cih bike, çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Ji ber zêdebûna êrîşên li dijî berxwedêrên Teroyan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê çalakiyek pêk anîn. Bi sedan kes tevlî vê çalakiyê bûn.

Girseya gel li Kartoffelplatzê li hev civiya û li pişt pankarta bi nivîsa "Em li welatê xwe kampa DAIŞ'ê naxwazin" meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Teroyan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Piştî meşê li navenda bajêr daxuyaniyek hat dayîn. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hesabê polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP'ê ku hevkarê DAIŞ'ê ye, wê bê pirsîn û bang li raya giştî hat kirin ku di mijara Teroyan de hesas be.

Piştî daxuyaniyê girseya gel careke din berê xwe da Kartoffelplatzê û piştî ku li vir deqeyek rêz girt, dawî li çalakiya xwe anî.

...