ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG'ê Ozun û Bîlen li Berlînê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Engîn Ozun (Ozgur Mûş) û Osman Bîlen (Baz Hanîfî) li Mizgefta Kurd a Mezopotamya ya li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn. -
Li Heleb û Îdlibê herî kêm 50 sivîl hatin kuştin
Li nêzî bajarên Îdlib û Helebê yên Sûriyeyê, di şerê navbera rejîmê û 'mûxalîfan' de careke din sivîl bûn hedef. Di encama bomberdûmanê de herî kêm 50 kes mirin. -
'Eger pêşî lê neyê girtin, em ê li dema Torosên Spî vegerin'
Parêzerê malbata Hûrşît Kulter Mesût Gerez hişyarî da û got, eger aqûbeta Hûrşît Kulter ê ji aliyê tîmên taybet ve hat revandin û 44 roj in agahî jê nayê girtin neyê eşkerekirin, wê dema Torosê Spî ji nû ve destpê bike. -
17 wesayît hatin şewitandin
Li Kagithane ya Stenbolê 17 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Terora dewleta AKP'ê li Viyana û Parîsê hat şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyana û li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta AKP'ê meş hatin lidarxistin. -
Li Bonn û Hîldesheîmê konên agahdarkirinê
Li bajarên Elmanya Bonn û Hîldesheîmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. -
Li dijî avahiya HDP’ê ya Navçeya Menderesê êrîş pêk hat
Ji ber bi heyberekî teqemeniyê êrîş li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Menderes a Îzmîrê pêk hat, zarokek bi sivikî birîndar bû. -
Tuncel: Ne dema gotinê dema çalakiyê ye
Tuncel ku di çalakiya ‘’Deng bide Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û jiyanê’’ de axivî got,’’fermandariya pêvajoya şer’’ Erdogan dike û diyar kir gel rajêrî vê polîtîkayê nebûye. -
Li Swêde çalakiyên konan berbelav dibin
Piştî paytext Stockholmê, Kurdistaniyên ku li bajarên Orebro û Eskîlstunayê dijîn bi armanca rawestandina operasyonên komkuj ên dewleta Tirk û azadiya fizîkî ya Ocalan kon danîn. -
Li Ewropayê li dijî tecrîd û komkujiyan çalakî didomin
Li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyan çalakî didomin. Li çalakiyên Arnhem û Den Haag ên Holandayê û li paytexda Swêd Stockholmê hate diyarkirin, heya ku encam werin bidestxistin wê li qadan bin. -
FEDA'yê ji bo meşa 9'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
FEDA'yê, ji bo meşa 9'ê Tîrmeyê a li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir. -
Dînîtiya li nava artêşa Tirk dewam dike: Leşkeran li hev dan
Li navçeya Erbeylî ya Kîlîsê, çawişekî pispor li qereqola li ser sînorê Sûriyeyê berbazek kuşt û reviya. -
Ebadî erka rayedarên ewlekariyê betal kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, berpirsyarên ewlekarî û îstîxbaratê ji wezîfeyê girt. -
DYA bersiv da Erdogan: YPG/PYD terorîst nîne
Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir ku ti cudahî di navbera YPG/PYD û DAIŞ'ê de nîne, DYA bersiv da wî. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA diyar kir, ew YPG û PYD'ê weke 'rêxistineke terorîst' nabînin. -
DYA: Tirkiye bazirganiya mirovan û şertên dij mirovî asteng nake
Di rapora DYA’yê de tê gotin, Tirkiye ji bo astengkirina bazirganiya mirovan şertên herî kêm jî pêk nanîne. Dîsa tê gotin, ji bo însanên fihûş li wan tê ferzkirin û di şertên dij mirovî de tên xebitandin, Tirkiye dewleteke transît e. -
Tirkiye yek ji welatên herî zêde bêkar lê hene
Hat ragihandin, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde bêkar lê hene. -
Ev 43 roj in Hûrşît Kulter li ku ye?
Ev 43 roj in ji Hûrşît Kulter agahî nayê girtin. Malbatên zarokên wan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, li aqûbeta Kulter dipirsin. -
Hejmara girtiyan bi du qatan ji ya dema 12'ê Îlonê zêdetir bûye!
AKP'ê, hejmara girtiyan ji dema darbeyê zêdetir kir. Hejmara girtiyan di dema 12'ê Îlonê de 79 hezar bû. Lê niha bi du qatan zêde bûye. -
Li Londonê çalakiya ji bo Licê
Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li paytexta Îngilîstan Londonê, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya AKP li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Licê dike, çalakiyek lidar xist. -
Ji Şaredariya Tuşbayê ya AKP’ê nelirêtiya 40 milyon TL’yî!
Şaredariya Tuşbayê ya AKP’ê ku bi dirûşma ‘’siyaseta paqij’ ketibû hilbijartina 2014’an a Wanê derkete holê ku 40 milyon TL nelirêtî kiriye. -
Meşvanên Aştiyê meşa xwe ya ber bi Şemzînanê ve dewam dikin
3 meşvanên aştiyê yên ku ji Beykozê ber bi Şemzînanê ve ketin meşê, piştî bi saetan binçavkirina wan û şûn de serbest hatin berdan. Meşvanên Şemzînanê meşa xwe dewam dikin. -
Êrîşî malbata HDP’î kirin
Hevjîna Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Etîmesgût a Enqereyê Kemal Gur, Nûrcan Gur, li avahiya dima bi awayekî giran hate derbkirin. -
Li ser bombevanê Hatayê karta AFAD’ê derket
Li ser Sûriyeyiyên ku li Reyhanli ya Hatayê di dema çêkirina bombeyê de teqîn çêbû û di encamê de mirin karta AFAD’ê derket. -
Li Rennes û Rotterdamê daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan
Li Rennes û Rotterdam, çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û protestokirina qetlîamên li Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin dewam dikin. -
Ji HDP'ê hişyariya înfialê
Gefa 'destnedanê' ya li hemberî wekîlên HDP'ê dewam dike. Tê gotin, wê ji bo girtina îfadeya wekîlan biryara 'anîna bi zorê' neyê dayîn. Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Dibe ku înfiala biryara 'anîna bi zorê' rê li ber veke, hatiye dîtin."