Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Erîvanê hatin bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hatin bîranîn.

Civîn bi beşdariya Kurdistaniyên ji Erîvan û derdora wê, ku di nav de gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend hebûn li Mala Kurdan pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. 

Dûre li ser navê Kurdistan Komîte, ku civîn organîze kir, Davût Karasû axivî li ser girîngî û wateya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivî.

Karasû diyar kir, berxwedana 14'ê Tîrmehê wê gelê Kurd bigihîne serketinê û da zanîn, ku ev ruhê berxwedanê îro jî li Şengal, Rojavayê Kurdistanê, Amed, Cizîr, Silopiya, Gever û her çar aliyên Kurdistanê dewam dike.

Karasû hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li ser şopa wan bin.

Civînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" qediya.

...